Dr. Yekta Uzunoglu
Min di sala 1993’yan de karî ku li Tirkîyeya ku di 17 salîya xwe de min li pey xwe hiştî, vegerim.
Li Çekyayê çend şirketên min ên bazirganîyê hebûn. Min malên me yê ji Tirkîyeyê dihatin îthalkirin, ji karsazên kurd dikirî herî bêhtir. Her çiqas şirketan ku ez ji Tirkîyeyê vedixwendim û ji bo min hotêlên weke Hilton, Sheraton û Mavi Marmarayê amade bikirana jî, ez bi xwe gava ku diçûm li hotêla dostê xwe yê qedîm Dr. Kazim Taş ya ku li Aksarayê bû, dimam. Dawiya dawiyê min li kuçeyên wê derê pêşxortanîya xwe borandibû. Razangeha Xwendekaran a Dîyarbekirê ku di salên xwe yên lîseyê de lê dimam, navenda DDKOyê, Lîseya Pertevniyalê û gelek derên din…
Dîsa di serdaneke xwe ya kar de, gava ku min bihîst kekê min ê rehmetî jî li Stenbolê ye, me hev du dît. Got, “Hotêla ku tu lê dimînî ew çendî ne ewle ye.” Bifikar bû. Bi berger got: “Hoteline ewletir hene, xwedîyên wan nasên min in, li wan bimîne.” Min jî qîma xwe anî. Wê hingê, di bala dewleta tirk de ez li Ewropayê ji nav karsazên kurd ê herî nas bûm, ji loma diketim ber çavên wê û li ser navê min disekinî. Ew meh û sal bûn ku karsazên kurd ên li Kurdistan û Tirkîyeyê, li nav kuçeyan ji erebeyên xwe dihatin derxistin û piştre dihatin qetilkirin.
Hotêla ku kekê min ê rehmetî pêşnîyar kiribû, nêzî ya dostê min Dr. Kazim Taş bû û ya Dîyarbekiriyan bû jî. Kekê min ê rehmetî, ji xwedîyê hotêlê yê ku demekê xwespêr bû, xwestibû ku ew miqateyî ewlehîya min bin, wan jî bi baldarî heta maşîneyên ez li wan siwar dibûm jî, hildibijartin. Li hemberî hotêlê cihekî parkê hebû.
Piştî çend mehan, gava ku ez careke din çûm Stenbolê û min dît ku ew cihê parkê veguherîye pasajekê, ez pê şaş mam. Li Çekyayê bi dehan înşeatên min hebûn, lê ji ber ku min ji înşeatê fêhm nedikir di hemûyan de arîşe derdiketin, pêşî li dizîya di şirketan de ya ku bûbû xisleteke milî, nedihate girtin. Min ji xwedîyê hotêlê pirsî bê ka ev pasaj çawa wiha di wextekî kin de hatîye avakirin. Li gorî pîvanên Çekyayê wê projeyeke wisa gelek salan bidomiya… Ji min re got xortekî Mêrdînî yê ku di van karan de pir jêhatî ye jî, lê ji ber ku kurd e li pîyasê dereca ku lîyaqî wî ye bi dest naxe, heye. Wekî din jî got, kurd encax dikarin di înşeatan de bi nanezikê bixebitin û bi dahateke kêm bi zor û heft belayan didebirin. Min ew xort meraq kiribû, xwestibû bidîta û ew nas bikira.
Êvarekê ez vegerîyam hotêlê. Min mifteya xwe rahişt û ez çûm resepsîyonê. Yê xebatkar got, “Yekta beg, yek li lobîyê li benda te ye.” Bi tilîya xwe ew şanî min da. Piştî ku çûm cem û min silav dayê, min pirsî bê çi kes e û çima li bendî min e.
Li hemberî min yekî zirav û tenik, bi bejneke ne kin û ne dirêj û esmer disekinî. Bi ciline ji rêzê, 30 salî nîşan dida. Ji min re got ku navê wî Gafûr Gokmen e, bi tilîya xwe înşaeta ku di şibakeyê re dixuya, rêyî min da û pê de çû, ku ew wê înşeatê bi rê ve dibe. Li gorî ku qal dikir, xwedîyê hotêlê jê re gotîye ku ez dixwazim wî bibînim, ji loma jî hatîye dîtina min. Min ew bi dilgermî himbêz kir û gotê; “Her bijî ji te re, tu pir zîrek î, te çawa dikarî di wextekî welê kin de dest bi vê înşeatê bikî û biqedînî?”
Bi dilnizmîyeke ku ez tu carî li Tirkîyeyê lê rast nehatibûm, got keko ev ne karine zehmet in û dest bi serborîya xwe ya înşeatê kir. Bi bêhnfirehîyeke bêhed digot û her tişt bi rengdêrên rehet û hêsan pênase dikir.
Lê belê, ez li Çekyayê di înşeatên wisa de ji zehmetî, pirsgirêkên teknîkî, kêşeyên statîkî yên ku hem pere û hem jî lefteke mezin dixwestin a ji devê endezyar û şêwirmendên xwe yên ku di endezyarîyê de lîsansên bilind kiribû, xelas nedibûm.
Ne mimkun bû ku mirov wê kêlîyê nebûya heyranê wî xortî. Tavilê min kinahî li sohbetê xist û jê pirsî bê dixwaze li derveyî welêt bixebite, yan na. Ez bawer bûm ku di wan salan de min li Tirkîyeyê heman pirs ji kê bikira, wê di nigê nig de bigota, erê. Lê teklîfa min, Gafûr ne bi heyecan û kêfxweş kir, ne jî hesteke din a pozîtîf pê re çêkir. Got, “Tu her hebî keko, lê divê bifikirim.” Û pê de çû ku malbateke wî ya ku ji bavekî navsere û xwişk û birayên piçûk pêk tê, heye û ew mecbûr e lê miqate be. Gava ku got gundê wan hatîye şewitandin û wan ji bêgavî xwe li wir girtîye, êşa wî tevzînok li canê min xist û qedrê Gafûr yê heta wê hingê li cem min hebû, ji berê zêdetir bû. Min gotê; “Bila be, lê heger tu bêyî Çekyayê jî, em ê li vir malbata te bi tenê û bê dahat nehêlin!”
Piştî ku min qerta xwe dayê, min ew ji berê ji diltir wekî bavekî ku bi kurê xwe yê bi rûmet serfiraz be, himbêz kir.
Çend mehan şunde, Gafûr ji wê hotêlê bo min faksek şand. Digot, “Ez ê ji bo mayînê neyêm, ji bo biryarê bidim dixwazim bêm înşeatan di cihê wan de bibînim û heftîyekê li wir bimînim. Gelo tu dikarî di karên min ên wîzeyê de bi alîkarîya min rabî?”
Xebatkarên min, vexwendnameya ku bo Gafûr hatibû amadekirin, tavilê ji serekonsolosîya `Çekyayê re û kopyayeke wê jî ji hejmara ku faks jê hatibû re şand.
Di 8’ê îlona 1994’an de… Gafûr ji şirketeke min re telefon kir û got ku ew li balafirgeha Pragê ye, wê rojê ew ji wir girtin û anîn şirketeke min a ez lê hazir bûm.
Ji sala 1990î hetanî wê rojê, serê her heftîyê hema bêjê çend kes dihatin Pragê serdana min. Tevî ku gelek kesên dihatin serdana min; bi vîn, kêf û dilê dihatin jî bo çareserkirina pirsgirêk û piçûktirîn mijarê xwe bi me ve digihandin. Lê berevajî wan, Gafûr bibû tekane mêvanê min ku ez hindikî westandibûm, û dem û têkoşîneke kêm jê re divîyabû. Bi tena serê xwe her tiştên xwe hal kiribû, hetanî balafirgeha Pragê hatibû û piştî ku hatibû jî telefon kiribû.
Gafûr hatibû, li mala xebatkarekî min ê şirketê -ku mala min bi xwe bû-, mabû. Roja din min bernameya xwe hemû guhert û em bi hev re li înşeatên min ên Prag û herêma Çekyayê ya naverast gerîyan. Li her derê kêmasîyên ku xebatkarên min ên pisporên venihêrtina nedidîtin, bi derbekê re didîtin û hem jî piştî dîtina xwe, bi bayê bezê ew kêmasî bi bêhnfirehî ji min re kat dikirin.
Min jê re pêşnîyar kir ku ew ji xanîyê ku min li nav daristanê bo xwe dida lêkirin, dest bi venihartinê bike, qîma xwe anî. Ji bo wî erebeyeke piçûk û nexşeyek hat dabînkirin. Gafûrê ku hatina wî ya ewropayê ya ewil bû, ne alîkarî û rehberek, ne jî werger, an jî tiştekî din xwest. Erebe û nexşe, cihê ku wê lê bixebitîya û mala ku wê lê bimaya besî wî bû… Ne xwarin; an jî cihê xwarinê, gelo di xwarina de goştê beraz heye, qaîdeyên trafîkê çi ne, ti xem û pirsên mafdar ên ku bi kesekî bîyanî yê ku cara ewil tê ewropayê re çêdibûn, bi Gafûrî re çênebibûn.
Roja ku ewil hatibû ji min re got; “Ez ê heftîyekê li Çekyayê bimînim, min bilêta xwe ya vegerê jî standîye, ez ê teqez vegerim û bi dergistîya xwe re bizewicim, heger qenaeta min rûnê ku ez ê ji dûranî ve bikaribim bi pirsgirêkên malbata xwe re rabim, piştî dawetê ez ê dîsa bêm.” Bi dilnizmî, sebr, jidilîyeke bêpayan û bi rûmeteke bo wî hur bû… Hezkirina min a ji naskirina wî ya di demeke wiha kurt de vediguherî heyranîyê.
Ew ê di 15’ê meha 9’an ya sala 1994’an de vegerîya Pragê. Ji ber ez karîwer bûm, di rojên dîtir de, bi tenê di 3 rojan de me dikarîbû nîvsaetê hevdu bidîta. Cara dawî, di 13’ê mehê de gava ku me hev li ser pêya dît, got min biryara xwe daye û ez ê piştî dawetê vegerim, ez pir bextewar bibûm… Ne ji ber fêdeya wî ya pisporîya înşeatê ya ku wê li min bûbûya, ji ber ku wê li nêzî min kurdekî wiha mutewazî, dilnizm, şareza hebûya, ez serfiraz bûm û serfirazîya min jî ez bextewar dikirim.
Wê hingê ez gelekî karîwer bûm. Her deqeya min ji alîyê peywirdarên min ên şirketê ve dihat dabeşkirin. Di 12’ê mehê de * ji rêveberîya BOOTS’ê ya ku li Ingilîstanê mezintirîn şirketa derman û kozmetîkê du kes,* xwedîyê şirketa kozmetîkê ya VEPA’ya li Tirkîyeyê, tevî serokê xwe yê desteya rêvebir Vedat Oztorhan û midûrê karên derve Hakan Kirimli hatibûn. Piştî çend salên din, Hakan Kirimli bû midûrê giştî yê şirketa DHL’ya li Tirkîyeyê.
Di 13’ê mehê 9’an a sala 1993’yan de em tev de çûn serdana dostê min ê qedîm Jaroslav Koran, yê ku di salên 70yî de di wergera min a gotinên pêşîyên kurdan a bo Çekî de, bi mehan alîkarîya min kiribû û piştî hilweşîna komunîzmê jî bi hilbijartinê li Pragê bibû şaredar. Em tevî wî çûn serdana dostê xwe yê hevpar Dr. Tomas Vrba, yê ku midûrê Lettre Enternêtionala ku li Ewropayê rojnameya edebîyatê ya herî bi prestîj bû, me bi hev re nan xwar. Piştre em vegerîyan şirketa min û em bi hiqûqnasên min re li ser peymana BOOTS’ê ya ku wê tê de Nûnerîya xwe ya Giştî ya li Komara Çekyayê bidaya şirketa min, xebitîn. Bi şiklê dawî me li hev kir. Û di 14’ê meha 9’an de, yanî di roja duyemîn de min talîmat da sekreteran, da ku ji nû ve şiklê wê yê dawî bi sê zimanan li daktîloyê bixin û ji bo îmzekirinê jî noterî vexwînin. Piştre ji bo pîrozbahîya lihevkirina xwe em tev de çûn me şîv xwar û bi dû re em çûn Kulûba Jazzê ya ku *muzîkên bindestan lê dihatin strandin*. Piştî Jazzê gava ku min pêşî rêvebirên BOOTS’ê birin hotêla Parîsê, bi dû re jî Vedat û Hakan Beg birin hotêla Clubê û vegerîyam mala xwe, rastî êrîşa yekîneyeke bi rûpoş a komandoyî hatim. Bi dû re pê hesîyam ku evên bêyî xwe bidin naskirin, çekên lûledirêj xistibûn serê min û çewal li serê min kiribû, polîs bûne.
Gava ku çewalê li serê min hate derxistin, min tê derxist ku cihê ku ez bi zorê, bi çekên ku xistibûn serê min û bi destên min; ên ji paş ve bi awayekî ku herikîna xwîna ya rehên destên min asteng bikira, bi hesinan li kelemçeyê şidandibû anîbûmê, agirxaneyek bûye. Bi kelemçeyê bi qazana kalorîferê hatibûm girêdan û destên min dişewitîn.
Piştî salekê ji dosyeya lêpirsînê pê hesîyam ku sibehtira wê şevê, saet nêzî 7’an, dîsa ew yekîneya komandoyî derdora vîlaya ku min dida lêkirin, pêçaye û xwe di nav devîyan de veşartine. Heta ku Gafûr Gokmen bi erebeya xwe hatîye cihê înşeatê… Gava ku hatîye ji erebeyê peya bûye û ber bi karkeran ve meşîyaye, komandoyên wekî hefrîtan “ji çar alîyan ve” mîna heywanên qudûsî xwe zer kirinê û bi derba şikestina hestîyên wî laşê tenik, lêdane û destên wî ji paş ve kelemçe kirine û anîne agirgeha ku lê dihatim ragirtin ya navenda polîsan. Li gorî ku ez ji dosyeya lêpirsînê pê hesîyam, kesî destê xwe nedaye karkerên Uris û Ukraynayî yên fîrmaya ku înşeat dida lêkirin, ew bi qaçaxî didan xebitandin.
Û Gafûrê ku ew ê piştî rojekê bo zewacê li Stenbolê vegerîya, li welatekî ewropayê yê ku di jîyana xwe de cara ewil hatibûyê bi 5 rojan şûn de hatibû binçavkirin, û bê pirs û bersiv; 26 mehên qerase li zalimtirîn girtîgehên binçavkirinê yên ewledarîya taybet ên Çekyayê borandin. Li vî welatê ku wî ne bi ziman û ne jî bi cografyayê wî dizanîbû, bi sorkirina gardîyanan a bi dizî ew timî rastî êrîşa girtîyên din hat, dema ku nexweş ket ew ranekirin nexweşxaneyê û pirî caran ew li “hucreyên ewledar” ên ji şibakeyan jî bêrî bûn, 26 mehên dûdirêj dîlgirtî ma…
Sedem?…
Qaşogiravî roja ku ew hatibû Pragê, yanî di 8’ê meha 9’an a sala 1994’an de min tevî M. Haci Bulut, xwarzê xwe yê xwendekarê hiqûqê Ronî Ozdemir û faşîstekî bi nav Sezai Perçinî re, me êşkence li Goksel Otan, an jî li Gurkan Gonenê ku bi peseporta qelp ji alîyê TKPyê ve di sala 1985’an de bo Çekoslovakyayê hatibû şandin, an jî li M. Ozerê ku xwedîyê 3 nasnameyan bû, kirîye. Piştî çend salan, em pê hesîyan ku ev şexs di belgeyeke “gelekî nepen” a TC’yê de têkildarî sûîkasta Papa ya 1985’an de dihat lêgerandin û bi peseporteke qelp a li ser navê Goksel Otanî hatibû derxistin, revîyabû Berlîna rojhilat. Ew şexs ku wê di hevrûbûneke encax piştî 13 salan a bi amadehîya Alîkarê Serokê Senator, Karel Schwarzenbergê ku serekê dêrîntirîn xanedanîya ewropaya naverast û birek maqûlên Komara Çekyayê ya di salona dadgehê de, wê tevî delîlan li xwe mikur bihata û bigota ku berî vê bûyerê û bi çend rojan, xezûrê wî li vîlaya xwe ya 40 kmyî dûrî Pragê mazûvantîya sefîrê TC’yê kirîye, her wiha li ser hev bi peywirdarê din ê balyozxaneyê re daye û standîye. Û heman şexsî her di wê îfadeya xwe ya her li salona wê dadgehê de, got ew Gafûr Gokmen nas nake û min jî tu êşkence li wî nekirîye, wî di min de xisletên êşkencekaran nedîtine, ez yekî ku carna dikeve xeyalan ê ji xisleteke feylesofîk bûme.
– Di sûcdarkirina yekemîn de, di roj û saeta ku dihat angaştkirin sûc hatîye kirin de, yanî di navbera saeta 7 û 10’ên êvarê yên 8’ê meha 9’an a sala 1994’an de; min li gel wezîrê kevin ê ragihandinê J.Jira, alîkarê kevin ê serokê giştî yê serkantîya giştî J. Kovacik û bireke şexşîyetên maqûl ên ku li welêt dihatin naskirin, li salona civînên taybet a Hotêla Diplomat ya li Pragê peymana kirîna 50 lokomotîvên barkêşîyê û 60 trolebyusan îmze dikir…
– Di sûcdarkirina duyemîn de, gava ku min bi şexsîyetên ji rêvebirîya BOOTSê û xwedî û midûrê têkilîyên derve yên VEPA’yê Vedat Oztorhan û Hakan Kirimli re şîv dixwar û piştre em çûbûn navdartirîn kulûba Jazzê ya Ewropaya naverast, qaşogiravî, her di wan saetan de min tevî Gafûr Gokmen û xwarzê xwe, me di vîlaya min a 30 kmyî dûrî Pragê ya ku di înşeatê de bû, êşkence li du kesan kiribûye. Yanî ji saet 6’ê êvarê hetanî 10ên êvarê ya 13’ê meha 9’an a sala 1994’an!
Lê belê di 13’ê meha 9’an a sala 1994’an de, nêzî saet 2’yan nîvro ji ber sedemine ku hê jî nayêne ravekirin, xwarzê min hate binçavkirin û ew xistin hucreyê, xwarzê min ê ku wê rojê di saet 2yen nîvroyê de bi destê polêsan tê binçavkirin 26 mehan girtî ma, tevî vê yekê jî li gorî îddîanameyê, xwarziyê min ê her di wê rojê de binçavkirî bû, dibe kesekî ku ji saet 6’ê êvarî heta 10’an li dereke ku ji Pragê 30 kmyî dûr e êşkencekarê yekî din, tew cêwîyê xwarzê min tune bû jî! Ez jî ji binçavkirina xwarzê xwe bêhay; herî kêm tevî 6 kesan , her di wan saetên ku tê angaştkirin sûc hatîye kirin de, li yek ji navdartirîn xwaringeha Pragê bûm û bi pey re em çûbûn navdartirîn kulûba Jazzê ya li Ewropaya naverast ku kengava Bill Clintonî keys bi dest bixista, dihat lê li saksafonê dixist…
Ji ber mercên ewlehîya taybet, piştî 17 mehan parêzerên me karîbûn ji dadgeha bilind biryara hevrûkirina me ya li gel ew kesê xwedan 3 nasname yê dihate angaştkirin ku me êşkence lê kirîye, derxista. Çima ku polîs, dozgerî û dadgeha parêzgehê ev xwesteka parêzerên me qebûl nekiribû û timî red kiribû.
Piştî 17 mehan, ew lihevhatîyê min ê narîn; ê ku ji ber gundê wî yê li Mêrdînê hatibû şewitandin, hatibû li girekî vala yê Stenbolê çavikek ji kelpîça lê kiribû û malbata xwe tê de hêwirandibû, ji bo debara xwe bikira û wê malbatê jîyana xwe bikudanda, karekî dijwar ê weke înşeatê hilbijartibû, bêyî çûna dibistaneke wê, bi qasî ku sola endezyarên pispor di taqê re biavêtaya xwe bi pêş xistibû, ewê ku piştre bo heftîyekê hatibû Pragê. Gafûr Gokmenê li Tirkîyeyê bi dergistî, di dawîyê de ji hucreya xwe ya ewledarîya taybet, a li welatekî bîyanî ku tê de rastî gelek asaq û pêkûtîyan hatibû, tê derxistin û bo hevrûkirinê ew biribûn odeya taybet a bi kamereyan arastî ya polîsan. Bêyî ku hayê wî jê hebûya bê çi qewimîye û wê çi biqewimîya… Şensê wî yê çê yê wê rojê ew bû ye ku, xeber dabûne parêzerê wî ku wê hevrûkirin pêk bihata.. Qet nebûya, li wê derê yê ku weke mirovan nêzî wî dibe, ew parêzer bûye…
Ji bo bicihneanîna biryara dadgeha bilind, polîsan çi hewce bûya kiribin jî, da ku weke sûcdar nexuyana, li ser navê çavgirêdanê heçku xwe li biryara dadgehê anîbin hîs kirine û tevgerîyane.
Gafûr Gokmenê ku 17 mehan di wan hucreyên tarî de rastî êşkenceyên dûrî aqilan hatîbû; xwe li wê odeya ji bo kamerayan taybet hatîye ronîkirin dîtîye, di dîtinê de tengijîye, ew li dor maseyeke mezin a çarqorzî dane rûniştandin. Li hêla din a maseyê yekî esmer ê porreş û zeîf, li ser kursîya bi dîwêr ve spartî jî yê ku xwe weke parêzer daye nasandin û polîs rûniştî bûne.
Û pirsa ewil ji polîsê ji lêpirsînê berpirsîyar e, bo Gafûrî hatîye…
– Tu ewê li hêla din a maseyê rûniştîye, nas dikî?
Bersiv;
– Na.
Vê carê heman pirs ji ewê li hêla din a maseyê rûniştiye, ji Goksel Otan, an jî Gurkan Gonen, an jî ji M. Ozerê ku demekê di belgeyên TC’yê de ji ber egera têkîlîya wî bi sûîkasta Papa re hebûye, dihat lêgerînn, yanî ji mêrikê xwedan 3 nasnameyan e hatîye kirin. Wî jî gotîye;
– Naxêr, ez vî kesî nas nakim.
Parêzerê Gafûr xwe negirtîye, bi zorê gotin birrîye û pirsîye jê;
– Wê hingê hûn çawa dikarin biangêşin ku vî kesî li we êşkence kirîye?
Bersiva ku hatîye;
– Min tiştekî wiha neangaştîye, ez nû vî kesî dibînim!
Û parêzerê Gafûr berê xwe bi polêsên ku ji lêpirsînê berpirsîyar in, vekirîye:
– Wê hingê ez daxwaz dikim ku muwekîlê min tavilê bête berdan û bi min re vê derê biterikîne!”
Tevî vê yekê jî Gafûr nehate berdan. Li hucreyan, ji ber bêhn û hewaya genî di pozê wî de papîlom çêdibe. Ku ev di warê tibî de berteka poz ya li hemberî bêhnên genî ye. Timî xwîn ji pozê wî yê tê de papilom çêbûye, hatîye. Gafûr nebirine ser doktor.
Piştî sal û nîvekê ya mana min a li hucreyên taybet, min jî tê derxist ku di raçînka devê min de papîlom çêbûne, min hemû dîwarên ku ez bend kiribûm derbas kirin, ji bo bigihîşta serokomar min nameya ku tê de alîkarî xwestibû di selepê re avêt beşa zarokên girtî. Alîkarî hat. Ez birim girtîgeheke ku nexweşxaneya wê hebû, bi amelîyatê papîlomên min hatin girtin. Gava ku ji amelîyatxaneya ber bi hucreyê ve dihatim birin, ez rastî êrîşa girtîyekî ku gardîyanan ew sor kiribû hatim, ez hê ji bandora
Comment