Dr. Yekta Uzunoglu
Sala 1976’an bû… Min biryar dabû ku ez Weşanxaneya Kurdî –dibe ku li Ewrûpayê ya yekemîn bû- vekim û di hişê xwe de ez li ser navê weşanxaneyê difikirîm li odeya xwe ya wargeha xwendevanan ya li Pragê.
Dawiyê, min ji rêhevalê xwe ji hevalê xwe yê odeyê û dostê xwe yê kevin Pavel Martasek re got, “Çima em navê wê nakin ARARAT, Agirî? Bi pirsa min re got dest xweş û bi hemî hêza xwe ez hemêz kirim. Di rewşên wiha de her tim me wiha ji dil û wekî birayan hevdu hemêz dikir. Te digot qey em li Kurdistanê li serê çiyayê Nemrûtê bûn. ’Eynî weke wê bextewariya ku li serê çiyayê Nemrûtê em dorpêç kiribûn, ji keyfxweşiyê me hevdû ew qasî bi şid hemêz kir ku hindik mabû em hestiyên hev bişkînin.
Min dibistana zimên ya Çekî û qursa wê ya amadekariyê Marîenbada Ewrûpayê ya efsanewî ku ji hunermendên herî navdar, nivîskar, fîlozof û xanedanan re mazûvantî kiriye, xilas kir û di pey re ezmûna Fakulteya Tibbê ya Zanîngeha Charlesê derbas kir. Piştî min ezmûna wê derbas kir ji bo destpêkirina zanîngehê ez çûme Pragê. Li Pragê li wargeha xwendevanan wexta ku min deriyê odeya xwe vekir, min hevalê xwe Pavel li wir dît û em hevnas bûn. Ode ji bo du kesan bû û em ê bi hev re li wir bimana. Têkiliya me bi merhebayeke nîv bitirs dest pê kir û demê re wê di navbera me de hevaltiyeke ji biratiyê jî nêzîktir derbiketa holê. Di rojên pêşiyê de Pavel xwe ji min dûr digirt, heta ji min ditirsiya. Lewra di wan deman de li Çekoslovakyaya komunîst insanên ku ji “dinyaya sêyem” dihatin ew qasî kêm bûn ku her kesê ku dihat egzotîzm bi bîr dixistin. Êdî qey Pavel jî cara pêşî bi insanekî ku wiha ji dûr hatiye re hevnas dibû û tevî vê jî wê êdî em di heman odeyê de bimana. Hem jî odeyeke piçûk. Di wê demê de li gorî qaîdeyên wargehê, di pola sêyem de mafên xwendevanan hebû ku bi tenê di odeyekê de bimînin. Lê tevî vê qaîdeyê jî me tercîh kir ku heta dawiya dibistanê, em bi hev re bimînin.
Piştî çend hefteyan wê odeyê ji rehmetiyê Omer Çetin, rehmetiyê Necmettin Buyukkaya, piştî çend salan ji Kendal Nezan, Mehdî Zana, hosteyê Mehdî Zana Mamosteyê me Niyazi Hoste, rahmetiyê birayê min û hê ji gelek kesên dî re jî wê mazûvantî bikira… Her carê ez û Pavel di odeyeke wargehê de an jî di odeya xwendevanekî ku venegeriyaye de radiketin. Carinan mêvanên me bi mehan diman. Carinan mêvanên me di nava nivînan de û em jî li erdê radiketin… Lêbelê hevaltiya bi wan kesên hêja re ji bo min û Pavel ji her tiştî girîngtir bû. Ev tişt ji bo hevalên Pavel jî bi ’heman awayî’ bû.
Bajarê Marienbadê
Pavel ji bajarekî dîrokî hatibû ku li ser tixûbê Çekya û Slovakyayê li herêmeke çiyayî cih digirt û ji ber ku di dîrokê de ji Cihûyan re mazûvantî kiribû, ji her aliyê xwe ve bi pêş ketibû. Ev, ew bajar e ku tevî polîsên Tirkiyê jî, polîsên gelek dewletan sîlehên ku li wir hatine çêkirin bi kar tînin. Ev, ew bajar e ku hevalê herî nêz yê F. Kafka nivîskarê Cihû Max Brod jê re soz dabû ku piştî mirina wî destnivîsên wî çap neke, lêbelê dawiyê ji bo ku wan çap bike soza xwe xira dike û bi vî rengî F. Kafka bi hemî dinyayê dide naskirin. Navê wî jî Uhersky BROD bû.
Mezhebê Filehî yê ku ew endam bûn, yê ku herî zêde nêzîkî Cihûtiyê bû. Endamên vê mezhebê goştê berazan heram qebûl dikin, sunnet dibin, ji bedêla roja yekşemê, roja şemiyê îbadetên xwe dikin û ji Încîlê zêdetir nêzîkî Tewratê ne. Ev mezheb ji bo kesên ku dixwestin xwe ji xezeba Hitler biparêzin, bibû weke stargehekê. Navê vê mezhebê jî ADVENTISIYAN e. Bi hişmendiya xweparastinê, ji dinyaya derve girtî ne û sir û esrarê xwe nadin der. Hemî ferdên malbata Pavel a berfireh ku li hemî Ewrûpayê belav bûne, endamê vê mezhebê bûn û di serdema komunîzmê de kesên ku herî zêde zulm dîtin jî ew bi xwe bûn.
Bi rastî pîrik û kalikê Pavel di dema şerê Cîhanê yê duyemîn de di çiyayên di navbera Çekya û Slovakyayê de her hefte di nava daristanên çiyayî re bi dizî ji partîzanên ku li dijî artêşa Hitler şer dikirin re erzaq dibirin û bi vî rengî jiyana xwe jî dixistin talûkeyê…
Di sala 1974’an de partîzanekî ku pîrika Pavel di dema şerê Cîhanê yê duyemîn de erzaq, nan, penêr û sucuq jê re dibirin, bûbû berpirsê wîlayetê yê partiya komunîst ku ew jî pêve girêdayî bûn û hemî erk di destê wî kesî de bûn. Rojekê pîrika Pavel bi wan cil û bergên xwe yên kevneşopî li devê deriyê xaniyê partiyê dide û bi wî dengê xwe yê bilind bang li wî erkdarî dike: “Qey tu fedî nakî ku tu derketina neviyê min ya derveyî welêt qedexe dikî! Ew jî herî kêm bi qasî min welatparêz e. Ma ew ê çima bireve Ewrûpayê? Piştî vê bûyerê di nava du hefteyan de bi lez destûra mehekê ji bo gera Rojavayê Ewrûpayê derdikeve.
Digel ku ew bi xwe ne endamê Rêxistina Xwendevanên Komunîst jî bû ev yeka pêk hatibû. Di wan salên komunizmê de ev tiştekî zêde ecêb bû bi rastî.
Piştî ku me bi hev re gelek amadekarî kirin, em bi trempêla min a VW. ya weke kîsoyekî derketine gera Rojavayê Ewrûpayê. Êdî me got em ê hem ji xwe re bigerin, hem merivên wî yên ku koçî Rojavayê Ewrûpayê kirine ziyaret bikin û hem jî hevalê min ê li Parîsê Kendal Nezan û merivên xwe bibînin…
Û me ev bi kelecana ciwaniyê kir. Di vegerê de, li ser israra min a zêde Kendal hinek qopyayên fîlmên wêneyên Rojnamevan û Wênevanê Fransî Jean Bertolino ku çend caran li Kurdistanê geriyabû, dane min.
Piştî ku em vegeriyane Çokoslovakyayê me ev fîlm wergerandine diyapozîtîfê ku di mehê de du caran li îbadetgehên Adventisiyaniyan yên li hinek bajarên Çokoslovakyayê bigerin û ji wan re bibêjin û nîşanî wan bidin ku hinek mekanên pîroz yên ku di Tewratê de tên qalkirin li Kurdistanê ne û behişt bi xwe jî li Deşta Herranê ye û Çiyayê Agirî ku Keştiya Nebî Nûh li serê daniye jî di dilê Kurdistanê de radikeve. Me bi diyapozîtîfan ji wan re vedigot û dawiya heftê jî li gorî adetên wan derbas dikir. Carinan li îbadetgeheke xef ya navçeyeke li ser tixûbê Polonyayê, carinan li ser tixûbê Elmanyayê, carinan li Slovakyayê… Bi vî rengî hemî Adventisiyan Kurdistan nas kirin û bi vî rengî Kurdistan di nava van komên xef ku dewamî ji aliyê saziyên dewletê ve dihatin taqîbkirin de bûbû wekî efsaneyekê. Êdî bûbû axeke pîroz ku di devê her kesî de bû. Êdî em biçûyana ku derê, em bûbûn ferdekî bi qedir û mêrxas yê malbata mezin.
Di wan salên Çekoslovakyaya Komunîst de koma ku dîsîplîna navhundir heyî û serê xwe jî bide, sirrê xwe nade; tenê koma Adventisiyan bû. Min bi xêra wan Tewrat, Încîl, Telmût û dîroka Rojhilata Navîn ya kevin nas kir û wan jî bi xêra min qismê axa ku min nas dikir, rewşa herêmê ya wan salan, Kurdên li ser wê axê û Kurdistan nas kirin.
Sal 1976 bû, rojekê min ji Pavel re got ez dixwazim Kurdan bi rêya çapemeniyê bi Çekan bidime naskirin; lê belê weşanxane û saziyên fermî, vê yekê nakin. Di sala 1975an de xwendevanên Başûrî yên ku li Çekoslovakyayê dixwendin, li ser daxwaza Seddam dihatin girtin û teslîmî Iraqê dihatin kirin. Ji bo em vê helwestê protesto bikin, min û Hacî Ehmedî organîzeyek kir û konsulxaneya Swêdê ya li Pragê dagir kir. Êdî di ser vê bûyerê re, tenê salek derbas bûbû…
Piştî wê demê ez bi mutercimê Çekoslovakyayê yê ku ji Îngîlîzî pirtûk werdigerandine zimanê Çekî û paşî jî xelata herî girîng ya mutercimiyê yanî wergêriyê standiye Jaroslav Koran re hevnas bûm. Jaroslav Koran jî piştî ku komunîzm ruxiya, bû şaredarê yekemê bajêrê Prag ku bi hilbijartina azad hatiye hilbijartin. Min jî gotinên pêşiyên Kurdan berhev kiribûn û wergerî zimanê Çekî kiribûn. Lê belê wergerandina gotinên pêşiyan, tevgereke bi pirsgirêk e. Gelo divê li gorî eslê gotinê werin wergerandin an divê werin nêzîkirinî çanda ku têne wergerandin. Li ser şîreta J. Koran min bi rêbazeke nêzîkî her du rêyan werger dikir. J. Koran jî mirêka/’eyneya dewlemendiya çanda me bi dilê xwe sererast dikir.
Pavel ji min re got ku kurê metika wî Vladimir Korensky pisporekî serkeftî yê çapê ye û her çiqas ne bi dilê wî be jî, ji bajarê li ser tixûbê Polonyayê jiyana xwe lê didomand ku gelek caran min û Pavel ew li wê derê ziyaret kiribû û di derbarê Kurdistanê de semîner bi dizî dabû, tayîna wî derketiye bajarê Pragê. Tevî ku ne endamê Yekîtiya Ciwanên Sosyalîst bû jî di weşanxaneya fermî ya Partiya Komunîst ya bi navê Heqê Sor (Rude Pravo) de bûye serhoste û di mala karkeran de dimîne. Wexta ku wî wisa got, di cih de min got em herin cem wî. Wî jî red nekir û di heman şevê de bi otobus û tramvayan û paşî jî di nava heriyê de em meşiyan û me xwe gihande mala karkeran ya bi navê Marîngotê. Min bi xwe jî Vladimir nas dikir û wexta ku em ji bo semînerê diçûn, em li mala wî diman. Me jê pirsî ku heke em broşuran binivîsin, ew ê bikaribe çap bike an na. Wî jî bêyî dudiliyê bi wî dengê xwe yê zelal û aram got ku heke cezayê wê, xebata li ocaxên komir û uranyûmê de be jî, ez ê çap bikim. Bavê wî jî ji ber baweriya xwe bi salan bi darê zorê di ocaxên uranyûmê de hatibû xebitandin.
Min jî mecbûr ev pirs jê kir: “Heke xebatkarên li ber destê te, gilihê te bikin wê çawa be? Wî jî bersiva min wiha da: “Êdî ew jî karê min e, îşê we pê nîn e. Ew min nas dikin û ez jî wan nas dikim.”
Bi vî rengî, êdî ji bo ku Çapxaneya Araratê dest bi weşanê bike, tu asteng nemabûn; ji xeynî qanûnên komunîst yên Çekoslovakyayê… Weşana me ya pêşiyê jî wê bi navê “Efsaneya Kurdan” (Legenda o Kurdech) bûya.
Ji bo amadekirina bergê min ji hevalekî xwe yê wênevan yê Çekî rica kir. Wî jî bersiveke erênî da û got ku ev ji bo min şeref e. Di pey re wî jî broşura bi navê “Di Nava Kurdan de Eşq” amade kir. Piştre jî tabloya “Mem û Zîn”ê ya rengîn ku îro îdî ketiye destê her kesî û li ser înternetê jî pir belav bûye, ji aliyê wênevanê navdar yê Çekî Vlasta Voskovec ve hate amadekirin.
Çapxaneya Araratê bi zimanê Çekî bi sernavê Efsaneya Kurdan û di berga dawiyê de jî bi nexşeya Kurdistanê dest bi weşana xwe kir. Weşana duyem jî nexşeya Kurdistanê ya di formata A1’ê de bû.Belê nexşa Kurdîstanê li Ewrûpa bi vê şeklê yekemîn car me li :ekoslovakyayê komûnîst dizîka û bi hezran çap kir û li Ewrûpa belav kir. Ew jî îdî hate çapkirin û belavkirin ,îdî tu kes yan jî tu qûwet nikaribû ji holê rake. Lê pirsgirêk ew bû ku me yê çawa ew di çapxaneyê re derbas bikira.
Me û Vladimir wiha li hev kir. Min ê her sibeh trempêla xwe li kêleka metbaayê di bin şebakeyê de park bikira û deriyê wê vekirî bihişta û ez ê ji wir biçûyama. Bi şev jî min ê bibirana. Heke nobeta wî bi şev be jî me yê berevajiya wî karî bikira. Yanî min ê bi şev deriyê trempêlê vekirî hiştibûya û sibehê dîsa ji wir bibira. Wexta ku min trempêla xwe bir jî di paşiya bexacê de di nava betaniyê de broşur û nexşe wê bihatana veşartin.
Lêbelê hem bexaca kîsoya Volkswagenê pir piçûk bû û hem jî di dema komunîzmê de plaqeyên trempêlên biyaniyan ji yên dî bi qasî ku ji dûr ve xuya bike jî cuda bûn. Plaqeyên Çekiyan spî û reş bûn. Lê yên me li ser zemînê kesk bi herfên spî hatibûn çapkirin û di wê demê de hemî trempêlên biyaniyan belkî hezar bûn. Êdî trempêleke eydê biyaniyan û hem jî markeya biyanî di vî bajarê ku ji her aliyî ve ez di bin çavdêriyê de bûm, bi vî rengî vekirina weşanxaneyeke qaçax û di vê weşanxaneyê de çapkirina broşur û nexşeya Kurdistanê; hema bêje întîhar bû. Piştre jî bi hinek hevalên ku trempêlên wan hebûn, me ji bo hefteyekê trempêlên xwe pevdiguhertin. Ji bo wan jî siwarbûna kîsoya Volkwagenê tiştekî xweştir bû û trempêlên wan li wê sikakê deriyê wê vekirî min dihişt û taliya wê tijî radihiştiyê. Min çend nexşe bi hinek hevalên ku diçûne Parîsê re rêkirine Kendal Nezan –ku di wê demê de çend kes ji Çekoslovakyaya komunîst diçûne Parîsê. Kendal Nezan ji min re nameyek rêkir û got ku 2000 nexşeyên Kurdistanê ji min re rêke. Wan jî li wir komeleyek ava kiribûn. Ji ber ku Kendal Nezan ji Tirkiyê burs distand, di fermiyetê de navê wî xuya nedikir; lê belê tedbîrên xwe distandin û hevkarî dikir. Wî jî dixwest ku van nexşeyan di wan çalakiyên ku beşdarî wan dibe de bifiroşe. Di wê demê de Navenda Yekîtiya Sendîkayên (Sosyalîstên) Pêşverû yên Dinyayê li Pragê bû û di Yekîtiya Sendîkayên Pêşverû yên Dinyayê de endamên Sendîkaya Komunist a Fransayê CGT û yên Sendîkaya Sosyalîst CFDTê jî hebûn. Her du jî dostên min ên jidil bûn. Nexasim Yves Beguine… Min ji wî pirsî ku ew ê bikaribe van nexşeyan –ku ji 100 kîloyî zêdetir bûn- bêyî haya dewletê, rêkî Fransayê an na. Ew jî komeke nijadî bûn û ji herêma Bretagneyê bûn. Wan jî ji bo ku nasnameyên xwe biparêzin, li dijî hukûmeta navendî serî hilda bûn. Wî jî di cih de qebûl kir û bi çend partiyan rêkirine CGTê û CGTê xeber da Kendal ku were wan koliyan ji wir bibe û bi vî rengî ji weşanên ku li Pragê hatine çapkirin re rêya Rojavayê Ewrûpayê vebû.Min her carî rêkî nû ya dizî didît û weşanên .apxane Ararat dişand welatên rojavayê Ewrûpa !
Piştî Gotinên Pêşiyan, broşura bi navê “Welatê Kurdan” hate çapkirin. Di pey re jî “Efsaneya Kurdan ya Hilatinê” û di pey wê re jî pirtûka Fransî ya Prof. Joyce Blau ya bi navê “Le Probleme Kurde” tam 1500 nusxe hatine çapkirin û bi heman rêyê hate rêkirin bo Parîsê ji bo ku Komele wan bifiroşe û kirêya xwe derbixe.
Di vê navberê de wexta ku Gotinên Pêşiyên Kurdan hatin çapkirin, Dr. Qasimlo şevekê di bin çavan de mabû. Ez bêyî ku telefonî wî bikim, çûme cem wî û min çenteyekî tujî dayê ku li hevalên xwe û derdora xwe ya fireh belav bike. Wexta rehmetî pirtûk dîtin, ecêbmayî ma, bawer nedikir. Hem ji wergera gotinên pêşiyan ji bo zimanê Çekî û hem jî ji çapkirina wan ecêb mabû. Gelekî şaş bûbû. Got kê ev wergerandine û çawa hatine çapkirin. Min jî weke her car hemî çîrok jê re got. Dîsa jî şaş mabû û wisa ecêbmayî li min dinêrî. Wiha ji min pirsî: Tu dizanî ku dewlet vê yekê bibihîze, çi wê were serê te? Ew Çekên ku alîkariya te dikin jî vê yekê dizanin?
Wexta ku wî wisa got, min jî wiha bersiva wî da: Mamoste ez dizanim ku wê min bavêjine hepsê, belkî jî min teslîmî Tirkiyê bikin. Ji xwe ji ber ku par me bi ser konsulxaneya Tirkiyê de girt û dest bi rojiya mirinê kir, sicîla min tujî ye. Ji ber vê yekê dibe ku min rêkine Tirkiyê. Wê hevalên min jî bavêjine girtîgehê. Cezayê wê jî 8 sal in.
Wexta min wiha got heyreta wî çû û qehrê di rûyê wî de xuya kir û got:
Tevî ku hûn vê dizanin, hûn wiha dikin?
Min jî wiha bersiva wî da:
Ku ez nekim, ku em nekin; kî wê bike. “Ez mêran nakujim, diziyê û hwd. nakim. Tenê ez dixwazim doza gelê xwe bi dinyayê bidim bihîstin. Ew jî di welatekî komunîst de, heke ji ber vê yekê ew welatê komunîst dê min ceza bike, bila bike.”
Piştre bêhna wî hate ber, rabû ser xwe. Ez jî rabûm. Ez hemêz kirim, di nava çengên xwe de ez guvaştim. Destê xwe bi ser serê min re anî û wiha got: “Ji kerema xwe baldar bin!” Piştre jî xatir xwestin û çû.
Wexta ku nexşeya Kurdistanê hate çapkirin, min dîsa jê re birin. Ji min re got, hûn dîn bûne. Min digot qey hûn ê dev ji vî karî berdin, lêbelê ez dibêjim qey tu kes nikare men’a we ji karî bike. Em rûniştin û me bi hev re qehwe û cixareyek vexwar. Ji min re got madem hûn dev ji vî karî bernadin, hûn dikarin ji bo min jî hinek tiştan çap bikin? Min jî got:
“Ser çavên min mamoste. Ev çi gotin e! Lêbelê tikaya min ji te, ji hevalên min yên li derdora te û xwendevanên Rojhilatî re tiştekî nebêje.”
Beşişî û tikaya min qebûl kir. Broşureke ji 10-12 rûpelên A4ê da min ku ji aliyê çepê yê jor ve hatibû zimbekirin û bi herfên Erebî hatiye nivîsandin û amblema partiya wî jî li serê bû. Ji min xwest ku em tenê 200’î çap bikin. Lêbelê ji aliyê teknîkî ve ev ne mimkun bû. Lewra mekîne ew qasî mezin bûn ku dest bi şuxulandinê kirin, heta têne sekinandin, herî kêm 1000î çap dikin. Wexta ku min jî 1000 tene jêre anîn gelekî şaş ma. Lewra di mala wî de jî cihê wan tunebû ku wan veşêre. Wexta ku min jêre got metbaa jî metbaaya fermî ya Partiya Komunîst Heqa Sor e, êdî yekcar matmayî bû. Yanî me di cihê ku herî zêde dihate qontrolkirin de afîş, broşur û pirtûk çap dikirin û xebera dewletê jê çênedibû.
Heta ku rehmetî Dr.Qasemlo di sala 1977’an de ji Çekoslovakyayê hate derxistin, hemî broşur û belavokên partiya wî yanî Partî Demokratê Kurdîstanê Îranê me çap dikirin. Rehmetî jî ew hijmarên zêde yên çapê li endamên xwe yên Ewrûpayê belav dikirin û heta rêya xwe dîtibûn ku wan bigihînine Îranê jî.
Çapxaneya Araratê heta sala 1979’an weşana xwe dewam kir. Heta ku min dibistan xilas kir û ez ji Çekoslovakyayê derketim.
Me belavkirina broşurên xwe jî wiha dikir: Hinek pirtûk hebûn ku navên hemî karkerên Akademiya Zanistan a Zanîngeha Charlsê li ser wan hebûn. Me li ser wan navan heta sibehê bi daqdîloyan zerf amade dikirin, me navnîşanên wan dinivîsîn û me broşur dixistine nava zerfan û devê wan digirt. Li ser zerfan me navên kesên ku rêdike nedinivîst û me dixistine qotiyên posteyê yên fakulteyan an jî me pûl dikirîn û li ser zerfan dixistin û dixistine qotiyên posteyên li sikakan. Piştî pola duyem me dawiya hefteyê li nexweşan dinêrî. Ji ber vê yekê hatina min a aborî jî û ya Pavêl jî ji ya doktorekî nû mezûn bûyî zêdetir bûbû. Mesrefa me ya herî mezin jî çapkirina weşanên Araratê û kirîna pûl û zerfan bû… Di wan salan de di zanîngeh û dibistanên bilind yên Çekoslovakyayê de, ji asîstanan heta bi profesoran kesek nemabû ku ji destê me zerfeke bênav ku Kurd û Kurdistanê dide naskirin, nestîne. Armanca me ya herî mezin ew bû ku em akademîsyenan di derbarê Kurd û Kurdistanê de agahdar bikin. Mesrefa me ya herî mezin jî pûlên posteyê bûn.
Piştî ku min zanîngeh xilas kir û ez ji Çekoslovakyayê hatim derxistin ez çûme Rojavayê Ewrûpayê. Li wan deran her ku min Kurdekî welatparêz ziyaret dikir, min li ser dîwarên mal, wargeh û komeleyê wan ew nexşeyên Kurdistanê ku me li Pragê çap dikirin didîtin û ev ji bo min yek ji bextewariyên herî mezin bû di jiyana min de…
Çend nusxeyên hemî weşanên Çapxaneya Araratê niha li Pirtûkxaneya Lybri Prohibri, li Arşîva Dewletê ya Çekoslovakyayê, li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Enstîtuya Kurdî ya Brukselê hene.
Li Çekoslovakyayê komunîzm ruxiyabû. Sala 1989’an di şeva 31ê Kanûna Pêşîn de min û hevalên min û bi sed hezaran
Şîrove