Cihûtî li Kurdistanê :Welatê ku Keştîya Nûh xwe sipartîye
Cihûtî li Kurdistanê :Welatê ku Keştîya Nûh xwe sipartîye
Dema weşanê: Gulan 16, 2019, 12:08 Dîtin: 784

Herema Kurdistanê ya îroyîn ji mêj da bûye warê olên mezin wek Cihûtî, Mesîhîtî û Îslamyetê û di nav gelên Kurdistanê  de ew ol belav bûne. Di Tewratê da ku Xûda dabû Hz.Mûsa deştê Haranê wek bihûştê xwe nîşan dide û di wê bûştê de ji Hz. Adem û Hawa re can dide. Disa nav vê pirtûkê mûqedes  de Xûda çiyayê Agirî wek cîyê Keştiya Nûh pêxember  û bajêrê Rûha jî wek bajêrê  Hz.Îbrahîm  nîşan dide.Dîcle û Firat dû çemên mûqadesên Tewratê ne.

 Navê pîrtoka qanûnên Cihûtî Talmûd e. Dû Talmûd hene ku bi hevûdin re girêdayîne ; Talmûda Babîlê û Talmûda Kudsê.

Di Talmûd’a Babîlê de, ku sedsala pêncemîn beriya Îsa hatîye nivîsandin behsa Kurdan dike û dibêje ku Kurd derdora çiyayê Agirî dijîn.

Li Talmûd de li ser gelê Kurd wûsa dinivîse : « Haman kurê Parsandat serokê welatê Kardunya ye ku li wir Keşiya Nûh Pexember bi cîh digire. ».

Cihû bo parastina xwe tîmî çîyayên Kurdistanê û gele Kurd ji xwe re wek dost ditîne û ola xwe xwestine di  nav gelê Kurd de belav bikin. Talmûd di vê warê de destûr dide ku Kurd jî dikaribin bibin cihû û dibêje : « Em ji daxwazvanên ji  gelê Karduxîyan’an re ku bixwazin bibin cihû destûr didin û ji nav wan de yên ku bibin cihû emê  hilbijêrin ». Di sedsala yekem berîya Isa’yê, Hadhabanî (Adiabani) wek aşîra serkeftî ya Kurd ola cihûtî wek ola xwe qabûl dike  û devleta xwe  ava dike ku paytaxta wê dewletê Erbil ( Hewlêr) li Kurdistana Başûr bû.

Wek tê zanîn mîrov gor qanûnên cûhûtîyê nikare bibe cihû heta ku dayika wî ne cihû be.

Lê Kurd yekemîn gelê cîhanê ye ku gor qanûnê cihûyan wek Talmûd, bê ku dayika wan cihû be dikarin bibin cihû û ev yek jî ,yekem îstîsna ye di vê warê de di ola cihûtîyê de.