Uzunoğlu: Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek - peyamakurd.com
Uzunoğlu: Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek - peyamakurd.com
Dema weşanê: Gulan 16, 2019, 12:03 Dîtin: 873

Li ser geşedanên dawî me çend pirs ji Dr. Yekta Uzunoğlu kirin. Uzunoğlu di derbarê Kurdên Rojava û Başûr û siyaseta Rojhilata Navîn de de nêrînên xwe biPeyamaKurd re parve kirin:

-Peyamakurd: Operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, ber bi kû ve diçe, ji niha û pêde pêwendiyên Tirkiyê û Sûriyê wê çawa bin?

– Operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê, yek ji wan projeyan e ku di bin sêhwana “Bihara ‘Ereban” de hatibû plankirin. Lê niha ew daxwaz heye ku bi derengî be jî wê têxin pratîkê de. Di pişt hemî liv û tevgerên civakî û leşkerî de, berjewendiyên aborî nehe. Di “Bihara ‘Ereban” de, ji wan projeyên ku Tirkiyê dilê xwe pê xweş dikirin yeke tenê jî li gorî armancên Tirkiyê bi encam nebûn. Berevajî vê, Lîbyaya ku bi qasî 17 mîlyar dolar bazara wê pêre hebû, winda kir. Berjewendiyên li Misrê winda kirin. Tenê Sûriye ma di dest de. Di wan salan de di dinyayê de yek ji hêzên mezin yên aborî, bihayê neftê daxiste binê 100 USD/Warîl. Salek duduyan bihayê wê li dora 30 dolarî çû û hat. Lêbelê hemî dewletên ku neft difirotin, hesabên xwe li gorî herî kêm 100 dolarî kiribûn. Vê rastiyê ji bo van dewletên ku tenê xas û neftê difiroşin, encamên giran derxistine holê û pisporên aboriyê yên ji rêzê jî dikarîbûn vê bibînin. Berî niha bi çend salan min di çapemeniya Ewrûpayê de çend gotar weşandin û di wan gotaran de eşkere kir kû: Bi van fiyetên neftê piştî 5 salan Su’ûdî ‘Erebîstan jî wê îflas bike. Jixwe rewşa dewletên weke Qeterê ku tenê bi xazê, debara xwe dikin, hê xirabtir e. Bihayê xazê di bazarên navnetewî de, her dem çend dolaran ji neftê kêmtir e. Tevî vê jî îxrackirina xazê –ku xeta boriyan tune be -û ya Qeterê jî tune ye- pir zehmet û biha ye. Divê hûn xazê daxine pîleya -125ê û wê bicemidînin. Tenê ji bo cemidandina 1 m3 xazê, mesref 13 dolar e. Yanî ji bo ku hûn 27 dolaran ji 1 m3 xazê bi dest bixin, divê hûn bi 13 dolaran pêşî wê bicemidînin. Piştre heta hûn derbasî bazarên navnetewî bikin, mesref heye. Şirketên ku xazê derdixin jî mesrefekê dikin. Ji xeynî van, ji bazarekê dibin bazara dî. Bi vî rengî carinan îxracat bi zerarê encam dibe. Tam jî di vê demê de, hinek pisporên aboriyê yên Tirkiyê destê xwe yê alîkariyê dirêjî Su’ûdî û Qeterê kirin. Êdî ji bo ku ev alîkarî encam bide, divê pêşiyê herêma Surîyê ya sunnî ji destê Rejîma Esed derketibana. An jî Esed hatibana daxistin. Bi vî rengî ji Qeterê di ser Sûriyê re heta Tirkiyê, wê xeta boriyan hatibana girêdan. Êdî Qeter wê xilas bûbana. Heman proje ji bo nefta Su’ûdî jî hatibû hizirkirin ku di destpêkê de Obama jî piştgiriya vê projeyê dikir. Heta ku dîmenên wehşî yên IŞÎDê li çapemeniya navnetewî de herikîn û dinya li dijî vê wehşetê rabû ser piyan, Emerîka û hinek dewletên Ewrûpî jî, projeya Turkiye-Qeter-Su’ûdî dipejirandin.

Di sala 2015an de, li dûrî Washingtonê, hinek hêzên cuda, planek amade kirin. Ev plan ew bû ku neft û xaza Başûr di ser Rojava ve derbasî Behra Spî bikin. Ku ev porje bi ser ketibana, Tirkiyê wê bi tevahî li derve mabana û nikarîbana hukmê xwe li ser Başûr bike û wê nikarîbana bibêje “Em waneyan bigirin, hûnê ji nêza bimirin!” Mixabin îdareya Başûr berî referandûmê zêde qedir neda vê projeyê an jî Tikiyê nehişt ku qedir bidiyê. Ku ev proje bi ser ketibana, hem Başûr hem jî Rojava, wê ji aliyê aboriyê ve azad bana. Lê ji bo ku ev proje bi ser bikeve, di destpêkê de divîbû ku rêvebiriya Başûr û Rojava dev ji neyartiyê berdabana û li hev kiribana. Lê wilo çênebû û çênekirin, an jî musade nehate kirin. Amerîka bi projeya xwe re bi tenê hat hiştin. Berdêla vê jî Başûr piştî referandûmê kişand û niha jî Rojava dikişîne. Xetaya duyem a Rojava jî ew bû ku bi du aliyan re têkilî danîn. Bi du kantonan bi Amerîka re û bi kantonekê jî bi Rusya re têkilî danîn. Sebebên tiştên ku li Başûr û Rojava (niha tenê li Efrînê) dibin, tenê em Kurd in. Çawa ku bi dih salan şerê ku di navbera Barzanî û Talabanî de, gelek fersendên Kurdan ji dest wan derketin; îro jî eynî fersendên dîrokî ji ber şerê navxweyî ji destên me diçin.

Ji vir pêde pêwendiyên Turkiyê-Sûriyê ku Rusya û Îran bixwazin (û dixwazin jî) tu caran wekî berê nabin, jixwe ne mimkûn e bibin jî. Ji her du aliyan bi sedhezaran insan hatin kuştin. Dîsa ji her du aliyan 7 mîlyon insanên bêkes û perîşan man. Tenê 38.000 insanên ku li Dêrsimê hatine kuştin, ev sê nifş bûrîne jî; lê nayê jibîrkirin. Êdî bi sed hezaran insanên Sûriyê hatine kuştin. Ev di demeke nêzîk de nayê jibîrkirin. Aşîtiyek, wilo ne hêsan e.

-Peyamakurd: Salih Muslim hate girtin û berdan. Te jî ev pêvajo taqîb kir. Tu çawa dibînî?

Min girtina Salih Muslim ya li Pragê ji hevalên wî nebihîst. Ji midûra ajansa dewleta Çekê min bihîst. Bersiva min a pêşî ev bû: “Ev leyîskeke îstîxbaratan e. Divê Dewleta Çekê xwe nexe bin berpirsa xwîna gelê Kurd.” Piştî ku ev bersiva min li gelek çapemeniyê bû sernûçe, min programa xwe betal kir û ez çûme Çekyayê. Ez jî tevlî koma Kurdên protesto dikin bûm ku roja duşemê ew hatibûne Pragê. Piştre jî ez çûme ofîsa xwe û min dostên xwe yên berê û çapemenî seferber kir. Min mesajên pisporên îstîxbaratê xwendin, min fikra hevalê xwe stand yê ku wezîrê berê yê ji îstîxbaratan berpirs bû. Di heman demê de fikra lêkolîner û rojnamevanan jî. Di encama ev qas lêkolînan de, ew tişt derkete meydanê ku leyîskeke weke kuştina sê jinên Kurd yên li Parîsê xuya dike.

Di nava teşkîlata polîsên Çekyayê de, destekî kûr heye ku têkiliya wan bi mafyaya Tirk ya ku li gelek dewletên Ewrûpayê fealiyetan dikin û dewleta Tirk re heye. Min ev mijar bi qasî 25 salan di çapemeniya Kurdî û Tirkî de derxiste rojevê. Di vê mijarê de pertûka min a bi navê “Hespê Troya yê li Komara Çekê yê Îslamîstan” par hate çapkirin. Yek du kesên ku Salih Muslim qaîl kirine ku were Pragê û pêre hatine û ji bo ku Salih Muslim azad bibe, ew kesên mîtîng li dar xistine; di heman demê de şûrzanên wan kesan e ku ev dolab li serê Salih Muslim gerandine. Tişta ku me têşîne, ev e.

Salih Muslim, ne li ser daxwaza înterpola Tirkiyê hate girtin. Yên ku ew girtin ew kes bûn ku dixwestin di cih de wî bigirin û tevî hinek qanûnên ku destûra vê nadin jî, wî teslîmî Tirkiyê bikin. Qerareke (ku di qada navnetewî de nelê ye) ji rêzê ya girtinê tê. Bi destan digihe destê polîsan û dozgerekî “dost” bi korfeleqî notbetê digire û Salih Muslim digire.

Li gorî huqûqa navnetewî, bi rêya wezareta karên derve, digihe wezareta ‘edaletê. Wezareta ‘edaletê jî digihîne dozgeriyê. Dozgerî emir dide polîsan. Tiştekî wiha tune bû. Di 38 seetan de hemî dostên Kurdan yên li Ewrûpayê rabûne ser piyan û wan jî ev hesab nekiribûn. Hîle û dolabên wan li serê wan geriyan û Salih Muslim serbest bû. Heta ku dewleta Kurdan çênebe, mixabin tiştên wiha wê hê jî werin serê me.

-Peyamakurd: Nêzîkbûna Tirkiyê û Rûsyayê, wê bandoreke çawa li ser siyasta Amerîka ya Tirkiyê bike?

Bi qasî salekê ye ez di çapemeniya Ewrûpayê de dibêjim ku hevaltiya Tirkiyê û Amerîkayê hatiye ber xilasekê. An wê bi Tirkiyê re hevaltiya xwe berdewam bikin an jî wê bi Kurdan re şirîkatiyeke stratejîk çêbikin. Ji ber çend sebeban, Amerîkayê heta îro di vê mijarê de biryar nedaye. Sebebên navxweyî û yên derve. Amerîka saleke xwe bi hilbijartinê xilas kir. Piştî ku Trump hat jî bi dadgeh û dozgeran re mijûl bû. Hê jî tam rêvebiriya xwe ava nekiriye. Sebebeke dî ya navxweyî jî ew e ku Rex Tillerson ê ku di dinyaya dolar-neftê de jiyana xwe derbas kiriye, bûbû wezîrê karên derve. Sebebên derve jî ew e ku yekîtiya Kurdan nikarin pêk bînin. Amerîka ji bo ku di nava Kurdên li Başûr de û Kurdên Başûr û Rojava de yekîtiyekê çêbike, pir xebitî. Belkî ji bo ti kesî ev nekiribûn. Tevî vê jî, di vê mijarê de bi ser neketin. Ev jî sebebek e ku heta niha biryar nedane. Nayê hêvîkirin ku têkiliyên Tirkiyê-Amerîka vegerin berî salên 2011-2013an. Lê kengî wê qut bibin, ew ne bellî ye. Berî niha bi çend rojan fermandarê NATOyê yê ji Çekyayê Pavel Peter axivî û got ku Tirkiyê ji Rûsyayê S-400an bikire, ji bo vê cewabeke me jî wê hebe. Ev jî xuya dike ku ev tenê ji pirsgirêkan yek e.

-Peyamakurd: Tewra Ewrûpayê ya ji bo Kuran hûn çawa dibînin?

Heke îro Ewrûpa ji bo Efrînê bêdeng be, tenê sebeba wê em Kurd in. Ku hûn li anketên vê derê binêrin, piraniya gel li dijî rejîma Erdogan e. Piştî ku wezîrê karên derve yê Elmanyayê Sîgamr Gabrîel li mala xwe ezimand û qahwe jê re îkram kir, gelê Ewrûpayê ev qebûl nekir û di demeke kin de, siyasetmedarê bi dih salan ji qada siyasetê winda bû çû. Ji ber ku Merkel her dem Erdogan ziyaret dikir, Partiya rastgir ya ku berî hilbijartinê bi demeke kin hatibû sazkirin, piştî şerê cîhanê yê duyemîn de, di dîroka Elmanyayê de cara pêşî kete parlamentoyê de û di heman demê de bû partiya mezin a sêyemîn. Li gorî anketan ziyareta Çavuşoglu 5% ra dane windakirin. Bi vî rengî partiya rastgir ya ku duh hatibû sazkirin, bû partiya duyemîn. Partiya ku xwe nêzîkî Enqereyê bike, li her derê Ewrûpayê winda dike. Heke îro Ewrûpa ji bo Efrînê bêdeng be, tenê sebeba wê em Kurd in. Me yekîtiya xwe ava nekir. Me hinek protestoyên xwe ji bo wêneyên Abdullah Ocalan yên qedexekirî, kirin qurban. Jixwe berî her kesî parastina welatê me, wezîfeya me ye.

-Peyamakurd: Li gorî we, Rûsya, Amerîka û hêzên dî, wê bihêlin ku Tirkiye piştî Efrînê jî bimeşe? Divê Kurd li dijî vê çi bikin an jî wê çi bikin?

Wekî ku berî niha jî min got, dilê Amerîka ji Kurdan maye. Efrîn ji Rûsya re ne xem e. Leyîska Pûtîn mezin e, ew dixwaze Tirkiyê ji NATOyê derxe û bi Tirkiyê re lev were û baregehên xwe yên li Sûriyê saxlem bike û heta xwe nêzîkî Su’ûdî Erebîstanê jî bike. Li vê derê Kurd bi tenê ne. Çima em bi tenê ne? Gotineke pêşiyan ya Kurdan heye: “Kurmê darê, ne ji darê be; fermana darê nîn e.” Divê êdî em nehêlin îstîxbaratên biyanî me bi hev bidin kuştin. Êdî divê em bêjin, çawa be em bira ne û bi hev re ne. Eynî wekî ku Cihûyan kiriye. Kî dîndar e anarşîst e feodal e an burjuwa ye. Ferq nake, em netewek in. Ku em vê tenê jî bikin, ti kes alîkariya me neke jî, em ê bikaribin welatê xwe azad bikin.

-Peyamakurd: Kurd û Ewrûpa wê li ser çi esasî li hev bikin?

Tişta ku Ewrûpiyan aciz dike û wan dilşikestî dike, neyartiya di navbera me Kurdan de ye. Konsolên li Hewlêrê, her roj neyatiya di navbera me Kurdan de raporî navendên xwe dikin. Ew vê rewşê fêhm nakin. Bi çend konsolên Hewlêrê re ez hevnas bûm. Hemî jî li ser halê me digirîn. Giriyê wan li ser me tê lê em hê jî vê fêhm nakin. Tişta ku rahmetiyê Cegerxwîn gotibû pir rast e: Ger em nebin yek, em ê herin yek bi yek.

 

Çavkanî: http://www.peyamakurd.com/Hevpeyv%C3%AEn/uzunoglu-ger-em-nebin-yek-em-e-herin-yek-bi-yek