Sipasnameya Dr. Yekta Uzunoglu bo serokkomarê Çekîyayê
Sipasnameya Dr. Yekta Uzunoglu bo serokkomarê Çekîyayê
Dema weşanê: Befranbar 27, 2019, 9:09 Dîtin: 604

Ev tekst, teksta sipasiya nivîskarê malpera me Dr. Yekta Uzunoglu ya ji bo wergirtina xelata mêrxasiyê ya ji destê serokkomarê Çekyayê ye.

Endamên rêzdar ên jûriyê, birêz Janouch, birêz Serokkomar Václav Havel û dostên hêja!

Ji aliyê hestiyariyê ve ez dikarim bêjim ev roj, roja herî dijwar a emrê min e. Hebûna li vir a dostên min ên 30 salên dawiyê ku ew di her şert û mercan de her tim bi min re bûn û ji her çand, netew û welatan bûn û bi taybetî jî tunebûna hinek ji wan dostan û vê rewşa heyî hişt ku ez di ezmûneke bi hêz re derbas bibim.

Ev dostên min di tevahiya 12 salên dawiyê yên ku ez û wan rastî her cûre îda, tawan û terorên ji aliyê dewletê ve hatî birêvebirin û paşguhkirin de her tim li cem min bûn. Weke hûn dizanin li dostê min Pavel Dostal êrîşek hate kirin, ofîsa Komîteya Çek a Helsînkiyê hate şêlandin, mala min hate şewitandin, bombeyên li baxçeyê min hatî bicîkirin û gelek êrîşên din neyasayî, derehlaqî û bêhesab… Belê ev êrîş li min û li dostên min ên ku digel van êrîşan qet baweriya xwe bi min û têkoşîna min a ji ber baweriya berzbûna hiqûqê neşikandin, hatin kirin. Wan di kêliyên herî dijwar ên jiyana min de jî ez qet neterikandim. Îro nedîtina mamosteyê min ê hêja, hevalê me yê jidil Profesor Abdul Rahman Kassemlou a digel me, têrê dike ku ez di nava ewrên hiznê de bifetisim. Çawa ku ev welat ji bo min bibû welatê duyem, bi heman awayî ji bo wî jî wisa bibû. Niha xelatkirina min a bi xelata bi navê Dr František Kriegel ji bo min ji aliyê hêstiyarî ve tiştekî pir giran e. Ez bi xwe jî nikarim xwe bi xelateke din an semboleke din a evqas hêja û bi mane xwe xelatdar bikim.

Gava ez ez li Pragê xwendekarê tibê bûm, Kriegel wê çaxê ji bo min sembola xêrxwaziya bê alîgirî û dijnîjadperestiyê bû. Wî her tim hewl dida ku li her quncikê vê dinyaya piçûk xwe bigihîne hawara mirovan. Ji Çekoslovakyayê bigirin heta Îspanyayê, ji çînê bigirin heta Hîndîstan, Bûrma û heta û heta Kûbayê! Doktor Kriegel di heman demê de şervanekî ku dixwest li dinyayeke bi edalettir bijî bû. Ango ji bo edaleteke li gorî feraseta xwe…

Ew ne mehkûmê îdeolojiyên eletewş ên neteweperest û nîjadperest an jî mehkûmê hêstên derewîn ên welatper bû. Nebû û nedibû jî. Wî li dewsa nasnameya ku ji alî îdeolojiya nû ve hatî nûkirin her tim nasnameya mirovayetiyê ji bo xwe kire nasnameya yekem û ya bingehîn. Wî her tim digot mirov beriya her tiştî mirov e. Ew pêşiyê ne Çek e, ne Alman e, ne Kurd e, ne Cihû ye an ne karker yan bijîşk e. Ew mirov e. Trajediya Şaristaniya me ya Ewropî ew e ku wê nasnameya me ya yekem û bingehîn tune hesiband û wê nasnameyên me yên duyem û sêyem bi awayên sextekar bi sedan salan mezin kir û sûc pêk anîn.

Dr. Kriegel bi eslê xwe Cihû bû û li Polonyayê hatibû dinyayê. Lê di sala 1968’an de li Çekoslovakyaya ku di bin nîrê Sowyetê de dinaliya, tekane siyasetmedarê Çekoslovakyayî yê ku Protokola Moskowê îmze nekirî dîsa ew bû. Kriegel heta bêhna xwe ya dawiya emrê xwe bi wê helwesta xwe ya rûmetdar a ku ji bo dahatûya vî welatî bibû hêmaneke bingehîn nîşanî me da ku edalet û hiqûqa vî welatî tenê ne pirsgirêka hin “Welatiyên me yên baş” e. Wî ji bo vî welatî ji tevahiya “Welatiyên me yên baş” bêhtir berpirsiyarî û xeterî xistin stûyê xwe.

Gava ez li Zanîngeha Çarslê xwendekar bûm Anna Martaskova da ku ez û kurê wê Profesor Pawel Martasek bikaribin xwarinên malê bixwin ji Uhersky Brodê bi riya otobusan şnîtzel û kek dişandin ji me re. Anna Martaskova jineke jinebî bû û wê tevî xwesiya xwe ya li berpiyan li 3 zarokan dinêrî.

Wê dayika min a Cihû her tim hay ji min hebû. Wê dizanî ku kurên wê Yekta û Pawel xêjî dersên xwe bi gelek tiştên din ên xeternak re jî mijûl în. Lê wê ti caran behsa vê yekê nedikir. Dayika min bi xwe ku çawa li ser min dikir xem wê jî bi heman awayî ez ji xwe re dikirim xem. Wê ji bo me yanî ji bo min û Pavel her tim dia dikirin. Wê ti caran hewlên me yên ji bo dinyayeke adilanetir em asteng nekirin.

Dr. Květa û Prof. Karel Jech li hember vî xwendekarê Kurd bi sebir tevgeriyan. Wan çîrokên min ên ecêb guhdar kirin û weke ku ez yek ji zarokên wan ên heq bim şîret li min kirin. Li ba wan ez ne “Biyanî”yê li hember “Xwecih”an bûm. Ez ji bo wan endamekî malbata wan bûm. Jiri Hanzelka ji bo vî xwendekarê Kurd bêyî ku biweste û aciz bibe her tim qala ka gelo “Li vê dinyayê mesele di rastiyê de çawa tên çareserkirin”ê dikir. Profesor Ctirad John her tim destê alîkariyê dirêjî vî xwendekarê Kurd ê ku bûyî mexdûrê vê sîstema genî, dikir û ti caran di hundir xwe de negot ev xortê rojhilatî ne Çek e. Gelo  ne hewce ye ku ez qala cihên Jarka û Tomas Vrba yên di jiyana xwe de bikim?

Di Adara sala 1981’ê de, piştî ku min li Îran û Iraqê bijîşkî kir û ez vegeriyam Ewropayê, Balyozxaneya Tirk dest danî ser paseporta min. Ez bê nasname û bê pere mam. Ez li kolanan bûm. Îroniya di vê rewşê de ew bû ku di wan rojan de televîzyonên 32 welatan qala “qehremantiya min” a li Îran û Iraqê dikirin. Min da ku ez rûmeta xwe biparêzim ji bo alîkariyê ne serî li Médecins Sans Frontièresê (Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ku ez yek ji damezrînerên wê bûm) ne jî serî li rêxistinên Kurd xist. Ji ber wê rewşê ez li parka di bin parlamentoya netewî ya Almanyayê bi navê Rheinau radizam. Rojekê min got ez ê herim Parlamentoya Alman a Federal, ba parlamenter Klaus Thusing ê ku min ew ji posteran nas dikir.

Lê nasnameya min tune bû. Piştî demekê asîstanê wî ji min re bû kefîl û hêzên ewlehiyê ez hiştim hundir. Da ku piştevaniyeke piçûk a fermî ji bo me çêbike Thusing gelekî bi ber xwe dabû. Niha ez bi hebûna wî ya li vê salonê dilşad im.

Bi saya vê seredanê ew saleke din bû yek ji kesên pêşîn ên ku bûyî endamê Enstitûya Kurdî ya ku min li Bonnê ava kirî. Heta ku hate girtin ew berpirsê fînansekirina enstitûyê bû. Ev fînansekirin têkildarî mijara têkoşîna nirxên mirovahiyê bû. Yanî ti caran nasmeyên me yên duyem û sêyem û yên  din neketin peşîya nasnameya me ya yekem ango ya mirovbûnê. Ku armanca vê nasnameyê jî avakirina dinyayeke adilanetir bû.

Ez bi vî awayî têgihiştim ku ka ez ê çawa di têkoşîna xwe ya li welatê duyem de bi ser bikevim. Weke ku min di nameya xwe ya di 1995’an de ji girtîgeha Ruzyně ji bo Vaclav Havel nivîsî “Eger ku ew min bikujin jî dê ti xêra vê yekê li wan nebe. Herwiha wan 2 caran jixwe hewl dabûn ku min bikujin. Lê bê hemdî xwe ez ji wan êrîşan filitîm. Dê tenê şehîdekî din li hêjmara şehîdên Kurdên bextereş zêde bibûya. Ez ne bermayiyeke çanda Romayiyan im ku ez teslîmî darizandina  hin Neroyên Çekî bibim, serê xwe li hember wan bitewînim. Ji ber vê yekê diviya ku ji mêj ve bihata fêmkirin ku dê ez dest ji peywira şer û têkoşîna lêgerîna heq û edaletê ya ku ji aliyê qederê ve li eniya min hatî nivîsîn û di oxira wê de şer û bergîdanên giran hatî dayîn, bernedim.

Ji kerema bihêlin ku ez ji ber ku wê ez hînî berxwedana li hember zilm û neheqiyê kirim, hîn vê çanda bi rûmet a Kurdan kirim, sipasiya dayika xwe ya dilsoz bikim. Ji ber ku ez hêjayî vê xelata giranbiha dîtim ez sipasiya jûriya Weqfa Charta 77 dikim. Ku ev xelat êdî ji bo min nîşaneya piştgiriya têkoşîna min e.

Herwiha ez ji dil sipasiya Profesor Frantisek Janouch dikim ku wî di salên 1990’î de bê tirs, name dişandin hicreya taybet ya ku ez tê de bûm. Wî ji salên 1970’yî vir ve bi şev û rojan piştgiriya vê têkoşînê dikir.

Dîsa ji dil sipasiya Dewleta Almanyayê dikim. Ku vê dewletê gava ez di hicreya Komara Çek de, di nav kujerên herî dirinde de bûm welatitiya Komara Almanyaya Federal da min. Herwiha ez bi taybetî sipasiya  hevalê xwe yê hêja Bernhard von Grünber jî dikim ku wî jî belgeya welatitiyê heta deriyê Girtîgeha Ruzyně’ê anî bû.

Ji ber ku di astên herî dijwar ên vê têkoşînê de her digel min bûn ez sipasiya malbatên Jech, Vrba, Šilhán û  Dostál dikim. Herwiha sipasiyên ji dil ji bo Šustrová, Jiří Drápela, Zdeněk Jičínský û Jaroslav Spurný jî dikim.

Ez sipasiya we hemûyan dikim.

(Dr.Yekta Uzunoglu)

——————————————————————————–

[1] Pavel Dostál di 2005’an de çû ser dilovaniya xwe. Wextekê Wezîrê Çandê bû û yek ji popûlertirîn siyasetmedarên vî welatî bû. Di 1996’an de ew parlamenter bû û wê salê gava ku ji bo seredana min serî li dozgeriyê da di hundir çend saetan de li pêşiya parlamentoyê rastî êrîşê hat. Rûyê wî bi 56 lêdanên jilêtê hate birîn. Lê ew bi rûyê xwe yê pêçayî hate seredana min.

[2] Abdulrahman Kassemlou, mamosteyê min, dostê min û rêhevalê min. Ew profesorê Dibistana Mezin ya Aboriyê ya Pragê bû. Di 1968’an de wî piştgiriya tevgera reformîst a Bihara Pragê kir û pişt re ji Komara Sosyalîst a Çekoslovakyayê hate sirgûnkirin. Ew serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya ku endamê Sosyalîst Enternasyonalîst bû. Di 1989’an de li Viyanayê ji aliyê îstixbarata Îranê ve hate kuştin.

[3] František Kriegel (1908-1979) li Polonyayê hate dinyayê. Wî li Pragê tip xwend. Di 1933’an de ew tevlî şerê Îspanyayê bû. Pişt re ew çû şerên Hîndîstan, Çîn, Bûrma û yên 1946’an. Piştî şer vegeriya Pragê. Di 1948’an de bû welatiyê Çekoslovakyayê. Di dagirkeriya Sowyetê ya di gelawêja 1968’an de tekane endamê kabîneya Çekoslovakyayê yê ku Protokola Moskovayê îmze nekirî ew bû.

[4] Květa û Karel Jech dîroknas û parêzvanên mafê mirovan bûn. Ew him li Çekoslovakyaya totalîter him jî di restorasyona demokrastiyê de ji kesên herî pêşîn ên têkoşînê bûn. Di heman demê de ew 2 dostên Prof. Abdulrahman Kassemlou bûn. Him yên xwendekariyê û him jî yên kêliyên terorkirina wî bûn.

[5] Jiří Hanzelka, gerokê navdar ê Çêk e. Gotarnûs, nivîskar û yek ji pêşengên Tevgera Reformîst a Bihara Pragê bû. Di şoreşa Qedifeyî ya di 1989’an tevahiya mafên wî jê hatin standin û ew li malê hate zîndanîkirin. Yek ji giringtirîn kesayetê dîroka Çekan e.

[6] Professor Ctirad, yek ji navdartirîn mîkrobiyologê dinyayê ye. Nivîskar e û li hember zext û zordariyên Partiya Komunist a Çekan bi ber xwe daye.

[7] Tomáš Vrba nivîskar, weşanger, gotarnûs bû. Endamê Weqfa 77’an a ku di heyama komunîzmê de mixalîf bû. Heta şoreşa qedîfeyî tevahiya mafên wî jê hatibûn standin. Piştî vê şorêşê bû dekanê Beşa Îskandînav a Zanîngeha Çarlsê û bû endamê desteya rêvebir a Ajansa Çapemeniya Dewleta Çek.

[8] Libuše Šilhánová, Bijîşk, parêzvanê mafê mirovan û berdevkê Weqfa Charter 77 a heya Çekoslovakyaya Totalîter bû. Çendîn caran hate zindanîkirin. Piştî Şoreşa Qedîfeyî bû serokê Komîteya Helsînkî ya Çekî. Ji aliyê Serokkomarê wê heyamê ve bi xelata Dereceya Yekemîn hate xelatdarkirin.
Profesör Věněk Šilhán, di 1968’an de sekreterê giştî yê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Çekoslovak bû û yek ji pêşengên Bihara Pragê bû. Niha Serokê desteya rêvebir a şîrketa Preciosayê ye.

[9] Petruška Šustrová parêzvana mafê mirovan û endamê mixalefeta Charter 77’ê bû. Piştî şoreşa Qedîfeyî bû cîgira wezîrê karên navxwe. Niha nivîskariyê dike.

[10] Jiří Drápela piştî Şoreşa Qedîfeyî bi salan endamê parlamentoya Çek bû. Di salên nodî de bi riya pirsnameyên ku wî pêşkeşî parlamentoyê dikirî gelek sûcên ku polîsên Çek li hember Yekta Uzunoglu pêk anî derketin holê.

[11] Profesör Zděnek Jičínský yek ji otorîteyê giring ê hiqûqê bû. 16 endamê parlamentoyê bû. Derbarê Dr. Uzunoglû de bi serdan pirs û pirsname pêşkeşî parlamentoyê kirin. Piştî Şoreşa Qedîfeyî bû yek ji endamên komîsyona 7 kesî ya ku ji bo amadekirina makezagona nû ya Çekoslovakyayê hatî tarxankirin.

[12] Jaroslav Spurný parêzvanê mafê mirovan e û rojnager e. Wî gelek sûc û neheqiyên ku li Dr. Uzunoglu hatî kirin derxistin holê. Yek ji giramdartirîn rojnamegerên Komara Çek e.