Kesera li pey mêrxasekî – 2
Kesera li pey mêrxasekî – 2
Dema weşanê: Rezber 4, 2018, 9:06 Dîtin: 604

Em beşa duduyan ya nivîseke nivîskarê malpera xwe Yekta Uzunoglu derheqa birayê wî da çap dikin. Jînenîgarîya birayê wî ewqas dewlemend e û hezkirina birêz Yekta di hindava birayê xwe da ewqas pir e, ku nivîs dirêj derketîye. Lema jî me ew kir sê perçe û sê rojan pey hev çap dikin. Fermo, îro beşa duduyan bixwînin.

 

Yekta Uzunoglu

 

Her çiqas ev hevok her hucreyên dilê min biêşînin jî ez dinivîsim. Bi salan min li ber xwe dabû ku ez nenivîsim.

Em her tim wisa bûn. Ji me wisa hate xwestin. Em her tim ji wan kesan bûn ku diviya qijnîk di bedena wan de bihatana hewandin. Me tevahiya jiyana xwe bi êşên wî qijnikî bihûrand.

“Eyb e”, “şerm e”, “ev nayê nivîsandin” û nayê gotin. Kodeksa bingehîn ango rêzikên ehlaqî yên hebûna me bûn. Wekî berdêla vê kodeksê me di tevahiya jiyana xwe de hişt ku hebûna me teslîmî êşû kulên nedîtî bibe.

Tekane kekê min ew bû. Dil û kezeba min bû. Ew her li ku bûya min hebûna wî di dilê xwe de, di hebûna xwe de hîs dikir. Ew egîdekî wisa bû ku ji bo wenda nebe, min weke şitlekê ava hêviyê didayê.

Ez hîn bebik bûm û wî bendek bi hêlana min ve girê dida û bi coşa xwe ya zarokane ve ez hêl dikirim. Gava memika min ji devê min diket wî bi çavên xwe yên birqoq û kenê xwe yê ji dil ew ji erdê radikir û dixist nav dev û diranên min. Ew bira bû, ew kekê min bû. Wî di ser radeyeke pêwîst re têkiliya biratiyê her tim hebûna min temam dikir. Ew yek ji endamê malbatê yê temamker bû.

Wî ez ji Kaniya Navîn a Ferqînê dibirim Kaniya Mezin û ez di wê ava sar ve wer dikirim û pê tirsa min a ji avê ji holê rabû. Gava ez li Batmanê xwendekar bûm, ew her tim dihat serdana min û pê re jî bi hevalên min dida hîskirin ku ew birayê min e, serqor û parêzvanê min e.

Li Batmanê mala me li ber Sînemaya Ramanê bû. Baskeke Remiyan xwe wek ji aliyê şaredar Seîd Ramanli nîşan didan û bi her gavên xwe ji mirovan re didan nîşan ku ew serdestê bajêr in.

Dawiya dawî em ne Batmanî bûn. Em Ferqînî bûn. Yanî koçberê navxweyî, ango biyanî bûn. Li pişta vê baska Remiyan, tevahiya hêzên dewletê hebûn. Seîd Ramanli li dû bavê xwe Mustafa Ramanli diçû ku tevli komkujiya Êrmeniyân bibû. Wî li mala xwe nûnerên dewletê, qeymeqam, serkarê ewlehiyê, fermandarê cendermeyan, serkarê TPAO’yê diezimandin û xwarin dida wan. Çimkî ew ya wan bû.

Ez 14 salî bûm. Rojekê komeke xortên Remî yên 18-19 salî gava di ber mala me re derbas dibûn hema bêsedem bela xwe li min dan. Ev yek ji kirinên wan ên rojane bû. Wan bi vî awayî digot: “Em bi hêz in, em li vir in, ev der ya me ye” û pê hebûna xwe nîşan didan.

Wan bi kêf li pêşiya sînemaya Ramanê ez hincirandim. Ez ketibûm nav dafika wan. Esnaf û firoşkarên li der dorê ev yek didîtin. Lê bi tenê temaşe dikirin. Çima wisa dikirin. Çimkî ew ji Remiyan ditirsiyan. Ji ber wê ew bêdeng diman.Ji nişka ve min xwe ji wan filitand û ez reviyam ketim firneya li pêşberê xwe. Ji ber ku me kibab dida çêkirin min dizanibû li wir şîşên qalind ên kibabê hene.

Vê çeteya eşîra kujer digot qey ez ji ber wan direvim û li dû min dabûn çêran. Min 2 şîşên qalind ên kibabê xistin destên xwe û ez ji firnê derketim û min ber bi wan ve bazda. Wan heta ku ez dîtim hîn jî dikeniyan. Nayê bîra min ku min çend şîşdi kê ve kirin. Lê dawiya dawî çend birîndar li ser erdê di nav xwînê de bûn. Dû re min fêm kir ku birîna yekî ji wan gelekî giran bû û min şîşdi mexaniya wî ve kiribû.

Lê wisa neqediya. Kesên din ên ji wan dîsa dor li min girtin. Ez di nav çembera wan de mabûm û min bi her 2 şîşan hewla parastina canê xwe dida û her kî nêzikî min bibûya min bi şîşanli wan dixist. Ji nişkê ve min dît yek ji wê de bi tevahiya hêza xwe ber bi min ve baz dide û tê. Çawa gihîşt me, bi kutikan ew hemû avêtin erdê. Feriştêyê min ê parêzvan di wê dema min a zor de jî xwe gihandibû min. Sîwanoka xwe dîsa di ser min re girtibû.

Wî perwerdeya boksê wergirtibû û di rewşên pêwîst de ew bi kar dianî. Ji min girtir bû, dirêjtir bû. Her li kê dixist ew li erdê dirêj dikir.Piştî ku li erdê yên bi kutikan di nav xwînê de mayî zêde bûn esnafên derdorê ku hinekên wan merivên me yên Sîlîvî bûn, hatin “alîkariya” me.

Pêşiya sînemaya Ramanê û pêşiya mala me bibû qada şerê berbextan. Ji ber vê yekê li Batmanê çi çiqas Silîvanî hebûn hatibûn hawara me. Di nav wan de kî tunebû! Midûrê Banqeya Zîraetê Apê Tevfîk dîsa hebû di nav de. Remî jî wisa….

 

Ji ber ku ji aliyê Saîd Ramanli ve bi berxan dihatin dawetkirin nûnerên T.C’yê hema ketibûn nav hewlan û bihîstibûn ku di bûyerê de Remî jî hene yekser tîmên emniyet û cendermeyan dor li me pêçabûn û nehiştibûn ku zêdetir mirov beşdarî vê pevçûnê bibin. Piştî ku pevçûn qediya gotegotan destpê kir û dihat diyarkirin ku ji Silîvaniyan ti kes birîndar nebûye. Lê Remî rastî xezebeke mezin hatine. Pevçûn û encamên wê li Batmanê li her derê, di nav gel de belav bibû.

Avsûm êdî xerab bibû û desthilatiya Remiyan li Batmanê êdî şikestibû. Ferqîniyan ev yek bi kutikên xwe pêk anîbûn. Kutikan çembera stêrkan hejandibû. Remî êdî bibûn naveroka qerf û tinazan.

Şefên ji aliyê Saîd Ramanli ve dihatin ezimandin û di bin fermana wî de dixebitîn em biribûn hicreyên qereqolan. Kekê min ê ku otorîteya li Batmanê şikand, Kekê min ê xwedî kutikên zêrîn ku min biparêze gotibû “yên birîndar ji aliyê min ve hatin şîşkirin.” Wî bêyî ku bibêje temenê min di ser 18’an re ye û wê cezayê min zêdetir be ew yek li xwe girtibû. Ew egîdekî wiha bû ku ti caran hesabên xwe li gorî kêliyan û pêkhatinan nedikir.

Gava ku li Aksaraya Stenbolê ez diçûm Lîseya Pertevniyalê Kekê min diçû beşa hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê. Di wê demê de em wextekê li yûrda Xwendekarên Diyarbekirê jî man. Em di odeyekê de, di ranzayan de diman. Ew, Hikmet Bozçali, ez, Munir Ozturk û xwendekarekî li diranzaniyê dixwend, ez bawer im navê wî Remzî bû, li heman odeyê diman.

Wê salê DDKO nû vebibû. Her çiqas Necmedîn Büyükkaya li yûrda sîteyê bimaya jî ew hema hema her roj ji DDKO’ya li Beyazidê derdiket û dihat yûrda me. Ew sal, salên destpêkê yên êrîşên faşîst, salên serhildana kurdan û pevçûnên siyasî bûn.

Xwendekarê fakûlteya çandiniyê Mehmet Canturk hatibû kuştin. Wî di wexta xwe de li banê yûrda xwendekaran a Diyarbekirê ji min re gotibû rewşaloz e û divê tu li vir li hember êrişeke bi ihtimal a faşîstan nobetê bigirî. Wî ez hînî bikaranîna cinehê kiribûm. Kevirên ku li ser banê hatine civandin nîşanî min dan û got ku dê ez ê van keviran çawa biavêjim êrişkaran. Herwiha wî ez di warê xewa nobedariyê de jî hişyar kirim.

Wî kir ku ez çavên xwe vekim bi Denîz Gezmîş, bi M. E. Bozarslan û Apê Mûsa re dame hevnasîn. Wî hişt ku ez di wî temenê xwe yê biçûk de beşdarî sihbetan bibim. Wî li min şîret kir ku ez pirtûkên weşanên ANT û MAY’ê bixwînim û ji Batman, Silîvan û Siwêregê re bişînim. Wî dikir ku ez bi berpirsiyarî tevbigerim.

Herî dawî wî di 30.10.1970’de ez û Necmetîn Buyukkaya anîm balafirgeha Esenbogayê û ji me re got; “ Hûn (Ez û birayê neco Nîmetullah ango Şerwan) dê him hîn bibin him jî hîn bikin. Hûn dê dengê neteweya me li Ewropayê belav bikin. Belê ew zilamê ku min ji xwe re kiribû mînak, Kekê min bixwe bû.

Ew yek ji wan 2 kesan bû ku ez oxirî sirgûnekê kiribûm ku dê heta dawiya emrê min bidomiya. Her çiqas di wê demê de cezayên wek “alîkariya dijminan” û “madeyên 141 û 142” hebûn jî wî her tiştî da ber çavên xwe û bêhtir dem neda hesretiya biratiyê û da rê û hate wî welatê kominîst.

Wî di wê heyama zehmet de kariyera xwe, zar û zêçên xwe hiştin û bêtirs ihtimala mezin a şikence û zindanan da ber çavên xwe û da rê. Ew bi çavên xwe yên ku rengê xwe ji gûzên Silîva wergirtibû heta Praga paytexta “Çekoslovakyaya Komûnîst” hat.

Wî ji birayê xwe yê li dûriyane re xwarinên kurdan ên ku birayê wî bêriyê kirine ji welatê xwe dabû çêkirin û anîbû. Bi dengê xwe yê xweşkilama “Lê lê etê” li qeraxa çiyayên Bohemiyan gotibû û wî li wî qeraxî wan xwarinan bi birayê xwe dabû xwarin. Ew bira bû, kek bû, dost bû, rêheval bû, hevpar bû, her tişt bû.

Sala 1979’an min Zanîngeha Charlesêqedand û ez bûm dixtor. Di heman rojan de ez ji Çekoslowakyayê hatibûm derxistin. Ez çûbûm Parîsê û min dest bi perwerdehiya pisporiyê kiribû. Ez ji tevahiya mirovên ku di xwendekariya min de digel min bûm, dûr ketibûm. Ji wî, ji malbata xwe, ji Kurdistanê 9 sal bûn kû dûr bûm. Bedena min ji aliyê hesretiyê ve hatibû dagirkirin. Êdî ne pêkan bû ku ez tevî vê jehra ku bedena min tev dagir kirî û navê wê kirine hesretî bi xwe ve werim û berhemdartir bim. Diviya ku min wê jehrê biavêta. Di nava rojan de wê jehrê ez gêj dikirim, dixistim nav fikaran. Bi şevan jî ez li welatê xwe didam gerandin. Wê nedihişt ku ez xwe tevlî merivên xwe bikim û her ku diçû giraniya di bedena min de zêdetir dikir.

Kendal Nezan ji bo min paseporteke sexte amade kiribû. Pir eşkere bû ku sexte ye. Sextebûna wê diqêriya! Li Tirkiyê çalakiyên terorî yên di bin kontrola dewletê de pir bibûn. Li gelek bajaran rewşa awarte serdest bû. Hesretiya ku bedena min kiribû bindestê xwe digel tevahiya rîsk û xetereyan ez ber bi rojhilat ve gêr dikirim. Eger ez bihatama girtin teqez bû ku dê ez ji ber madeyên 141 û 142’yan ku madeyên tawanbariya komûnîzmê bûn ku cezaya wê jî ji 18 heta 24 sal bû bihatama darizandin û dê teqez min ceza bixwara. Lê min ev rewşda ber çavên xwe û bi balafira destpêkê ez firiyam Stenbolê.

Min 200 dolar xiste nav paseporta xwe ku wê çaxê ev pere ji bo karmendekî pereyekî xweşbû û bi bişirîn ez meşiyam hundir.Piştî çend rojên weke fîlmên macerayî ez gihiştim Ferqîna ku ez bêxew dihiştim.

Çawa ez gihiştim îcar cîhana hêstên min guherî. Ez wê guherînê ji kûr ve hîs dikim hîn jî.Hevalekî min ê zarokatiyê bûye sîmsar. Çawa ku dît ez ji texsiyê peya bûm hema hat xwe tevli min kir. Ez êdî bi dengê dostekî yê ku gotî “Birako tu bi xêr hatî” di nava ewlehiya dostaniyê de bûm.Bandora wî dengî li ser min gelek bû û ji aliyê rûhî ve ez baştir kiribûm. Di 13 saliya xwe de min ev wargeha biçûk terikandibû. Ji aliyê têkiliyên mirovî de li êdî dîsa min xwe di nav ewlehiyê de hîs dikir. Tişta ku li kolanên Prag û Parîsê ez lê digeriyam li vir bû û min û min ew dîtibû û min dixwest ku ez vê yekê biqîrim. Koçberiyê li cîhana rûhî tovên tenêtiyê reşandibû. Di mirovan de bixwebawerî kêmtir dikir. Koçberiyê dikarî ku pêlên êşû têkçûnên zêdebûna kêmbûna bixwebaweriyê bîne ziman.
Hîn ez têra xwe bi Silîva şad nebibûm, hîn min çejna axa bêhn nekiribû ku em ber bi Batmanê bi rê ketin. Di rê de li dehan rêbiriyên rewşa awarte em rast hatin û em gihiştin bajarê petrolê. Merivên min bi kêfxweşî û tilîliyan xwe tevli min kirin.

Biraziyekî min hema çûbû bang li bavê xwe ango li wî egîdî kir û ew anî ba min. Wî got “Te çima negot ku tê werî” û dû re me bi hesretiya çendîn salan xwe tevli hev kir.

Li her derê hilmeke giran a rewşa awarte hebû. Piştî 2 rojan di nîvê şevê de ji teqereqa gule û çekan em reviyabûn ber pencereyan. Berê pencereyê li dîwarê ku 13 sal berê Remî li ber têk çûyî dinihêrî. Erebeya Kekê min Erdînç li şûna wê pevçûna me sekinî bû. Gule hîn jî dibariyan. Mirovê ku gule lêketî li pêşiya kaporteya erebeya Erdînç diricifî. Ew kesekî ji Remiyan bû û birîndar bû. Yên ku gule berê dayî jî milîtanên Apocî bûn. Ev yekemîn çalakiya Apociyan a çekdarî bû.

Di hefteyên dahatûyê de digel rewşa awarte min û kekê xwe yê egîd têretêr hesretiya zikan ji holê rakir. Min seredana merivên xwe yên ku bi salan bû min ew nedîtibûn jî kir li gundên wan. Heta derengiyên şevan ji wan dengên zelal beyt û awaz min guhdarî dikirin. Me bi penêrê gundan, hingiv û rûnê nivîşk, di nav merivên xwe de, dest bi rojê dikir.

Ne tu rîsk, ne tirs, ne cenderme, ne polîs û endamên îstixbarata Tirk dikariyan aramî û dilşadiya hevgihiştina me têk bibin.Roja ku me li avahiya şaredariyê, serdana Mehdî Zana kir, tevahiya dostên me li wir bûn. Ez li welatê xwe, seredêrekî îllegal bûm. Min li welatekî kominîst perwerde dîtibû û li Tirkiyê jî qaçaxekî leşkeriyê bûm.

Egîde min jî tevahiya berpirsiyariyên xwe yên kar û malbatî dabû aliyekî. Destûr dabû xwe û ji min re rêberî, parêzvanî û dostanî dikir. Rojên min têretêr derbas dibûn. Saet û deqeyan dabûn dû hev û dema min a çûyînê hatibû êdî. Kekê min ê delal heta Stenbolê bi min re hat. Di bin zordestiya rewşa awarte û terorê de ji min re rêbertî kir. Wî xwe gihandibû Medenî Ferho. Ji bo min paseporteke nû dabû çêkirin û ji bo ku ez balê nekêşim riyên min guhertibû. Wî ji min re gotibû ku divê ez weke koçberekî Yûgoslaw tevbigerim û ez li otobûseke ku diçe Bosnayê siwar kiribûm. Gava otobûs bi rê ket wî bi destên xwe hêstirên çavên xwe dadimalandin. Dîsa bi heman destê xwe weke ku bêje “Bira, bila te vekirî be” destê xwe li ba xistibû. Ew bira bû. Birayê min ê egîd bû.

Ez bi ser çend welatan re gihiştibûm Fransayê. Min dest bi xebata xwe ya lêkolîna li ser pizîşkiyê li Parîsê kiribû. Piştî 3 mehan min nameyek ji Wezareta Derve ya Fransayê re şand û min ji ber bûrsa ji bo ku ez bikaribim 5 salan li Enstitûya Pasteurê bixwînim sipas kir û min ew bûrs radestî wan kir. Min gotibû ez weke dixtorekî Kurd dê gelê xwe yê ku di nava şer de ye tenê nehêlim û ji ber vê yekê divê ew min fêm bikin.

Piştî ku ez tevî ’Dixtorên Sînornenas’ gihiştim Rojhilat min bi wan re di warê gihandina lojîstîkî de li hev kir. Min û hevalê xwe yê bi navê Vladimir Stich ê ku gava min li Pragê dixwend ew li Parîsê di warê tipa nûkleerî dixebitî, me berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û em bi rê ketin.

Vladimir Stich di ser Tirkiyê re ez jî di ser Tehranê re emê bi alîkariya Şehîd dr. Şerefkendî, biçûna Mehabadê. Me ji bo newroza 1980’yî li hev kiribû. Beriya ku em bi rê bikevin bi saya hevjîna Qasimlo Helenayê me xwe gihand gelek dixtorên kurd. Me ew li Almanya, li mala merivê Qasimlo yê bi navê dr. Hesen Şatawî kom kirin. Dê piştî çûyîn û amadekirina bingehê ew tev bi dorê bihatana Rojhilat. Dr. Hesen Şatawî jî di nav de tu kes ji wan nehatin dû re.

Ez û Vladimir Stich ku niha yek ji pisporên qada xwe ye, di 21.03.1980’yî de li Mehabadê gihiştin hev. Me tev Newroz pîroz kir. Piştre em beşdarî şerê Senendejê bûn ku dawiya wê bibû felaketek. Di wir re jî em beşdarî şerê Baneyê bûn û li ser daxwaza Qasimlo em derbasî devera Şikakê bûn.

Em li Nexedeyê hatin girtin û ji bo em li “dadgehên şoreşê” werin darizandin em ji bo Ûrmiyeyê hatin veguhestin. Bi awayekî ecêb me xwe ji destê pasdaran filitand û me xwe gihand mala bavê Cîhangîr. Cîhangîr yek ji wan 2 kesên ku di Desteya Rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê ên li devera Şikak ango Kurmancan bû. Kesê din jî Sanarê Mamed bû.

Ji ber ku dema Vladimir nemabû ew bi riyên qaçax di ser Tirkiyê re derbasî Parîsê bû. Ez li wir mam. Hêzên pêşmerge li devera Şikakiyan li mala Cîhangirê endezyar digel sihbetên rojhilatî roj dibihûrandin. Sanarê Mamed jî li çepera şer bû. Wan rojan kesên ji bakur hatibûn û li gundê Cîhangîr diman jî hebûn. Ew ji partiya Kemal Bûrkay bûn. Di nav wan de Mesût Tek û hevjîna wî jî hebû.

Rojekê me bihîst ku Sanarê Mamed li devera Qotirê ku bi hespê bi qasî rojekê dûr e, di tûnelekê de asê maye û ji ber leşkerên li derdorê nikare xwe ji wir bifilitîne. Min 2 pêşmerge girtin ba xwe û me berê xwe da Qotirê û me karî em bikevin tûnela di bin dorpêçê de ye.

Sanar di trênê de bû. Li wir ji ber ceryanê bayekî ecêb dihat. Ji ber wî bayî û 24 saetên bihûr Sanar nexweşketibû. Piştî ku çend rojên din wî bi ber xwe da min ew qanî kir ku ev pevçûn dê bibe sedem ku ew canê xwe ji dest bide û dê ev yek tu sûdê negihîne gelê Kurd û min ew qanî kir ku dev ji pevçûna vê gavê berde.

Min êşbirên digel xwe dane wî û dû re me kulav li lingên hesp û qantiran gerandin û bêyî ku ti deng ji lingên wan derkevin me dorpêç çirand û em ji nav leşkeran derketin. Wê şevê heyva çardeh şevî tune bû. Piştî ku em ji wê tunelê filitîn pêşmergeyan wê tûnela ku Sanar xwe lê veşartibû bi TNT’yan teqand.

Di meha tîrmehê de em li devereke nêzikî Somayê bûn. Biraziyê Sanar Arîf Axa bi rejîmê re bû. Wan bi hev re em xistin bin dorpêçê. Wan qedexe kiribû ku gundî ji me re nan jî bînin. Em di nava tunebûnê de bûn. Di wan rojan de tekane daxwaza min ew bû ke ez xwe bi qalibek sabûn bişom. Çend hefte min xwe neşûjştibû.

Di wan şert û mercan de pevçûn jî berdewam dikirin. Di pevçûnekê de pêşmergeyekî Wanî birîndar bibû. Min parçeyekî hesînî ya roketê ji kemaxa wî derxistibû. Min jê re got ku divê herî kêm 2 hefteyan ji şûna xwe nelive. Eger biliviya wê kêlên dirûna wî vebûna.

Pêşmerge ji min xwest ku ew bi vî halê xwe here mala xwe. Ez fikirîm, fikreke başbû. Li mala wê zûtir başbibûya. Piştî ku min destûra çûyînê dayê, wî jî ji min pirsî ka ez ji Bakur tiştekî dixwazim an na.

Min gotê tenê daxwazeke min heye lê daxwazeke zehmet e. Pereyê me jî nîn e ku em bidin te. Lê wî got “Xwestina te çi ye? Xwesteka te li ser herdu çavan, ez jiyana xwe deyndarê te me. Doxtor xulamê te me xwestina xwe bibêje” min jî gotê “Kekê min sax e. Jê re bêje ez başim, tendirûstiya min başe. Vê xeberê bidî wî besî min e.” û me ji hev xatir xwest. Wî ji sînorê nav welatê me, derbasî aliyê bakur bû.

Piştî çend rojan berêvarekê min bihîst ku pêşmergeyek banî hinekan dike û dibêje “Hûn kî ne?” Ji ber ku em di bin dorpêçê de bûn tiliya her kesî li ser têtikê bû. Ji aliyê din bersivek hat: “ Em in em, ez Seyîd Riza.” Em pê aram bûn. Seyîd Riza fermandarê herî ciwan, wêrek, zana û dilsoz bû.

Di wê taritiya berêvarî de rûyê yekî bi min nas hat û pê dilê min kire tepetep. Ez ji nişkan ve ji şûna xwe rabûm. Pêşiyê bi gavên şikdar û dû re ez pê bawer bûm ku ew e û min lezand. Ew jî ji koma xwe veqetiya û ber bi min dibeziya. Ew îdolê min ê rengrengî bû. Ew îdolê min bû. Ew Kekê min bû, rêhevalê min Erdînç bû…

Pêşmergeyê ku min birîna wî derman kiribû gihiştibû mala xwe û ji merivekî xwe xwestiye ku wî bigihîne Batmanê. Çûbû xwe gihandibû kekê min û xebera min dabû wî. Çawa ku kekê min ciyê min hîn dibe, careke din tevahiya berpirsiyariyên xwe yên kar û malbatî dide aliyekî û pêşmerge qayîl dike ku wî bîne ba min. Ew bi hev re bi rê dikevin û tên. Li derdorê Başkaleyê Kekê min dipirse ka çi pêdiviyên min hene. Tiştên hewce kirîne û berê xwe dane çiyaya. Du kîlon sabûn û cixare. Di wan deman de 2 tiştên ku herî zêde li ser me zehmetî dikirin sabûn û cixare bûn.

Ew rojên bi wî re yên di bin dorpêçê de û li Rojhilat rojên min ên herî bi rûmet û dilşad bûn. 2 bira, yek parêzer, yek doxtor. Yek ji Ewropayê, yê din ji Batmanê hatine Rojhilat û di nav endam neteweya xwe de, di van rojên zehmet de li gel birayên xwe yên pêşmerge sekinîne. Me digel wan da ku kêfxweşî, êşû xeyalên dahatûyê parvekin li çeperan ciyê xwe girtibû.

Di wê kêfxweşiyê de me nedizanî ku dem çawa derbas dibe. Sibehekê dema veqetînê hat û xemgîniyê dilê min dagir kir. Me dîsa dorpêça li ser xwe şikand û ew bire sînorê bakurê Kurdistanê. Li rojhilatê çiyayê em lê bê deng me xwe tevlî hev kir. Ew hembêzkirina me ya dawî ya tije hezkirin, rêz û xemên hevparastinê bû. Min got: “Keko!” Ew vegeriya û min careke din ew ramûsa. Dîsa hêsir ketibûn çavan. Lê ji bo ku nîşanî min nede, berê xwe da aliyê din û ber bi çiyê ve meşiya. Berê xwe da çiyayê ku bakur lê aliyê xwe yê din dihêle. Sînora çêkirî ya 3 sedsal û nîv berê welatê min parçe kirî niha em ji hev diqetandin.

Em kî bûn? Em 2 mêrên serhildêr bûn ku dilê wan li welatekî azad dinihêrîn. Yekî ji me di 17 saliya xwe de da ku perwerdeyeke başa tipê bibîne çûbû bibû koçber û piştî wê perwerdehiyê bi bezîn da ku gelê xwe derman bike vegeriya bû welatê xwe. Yê din jî parêzerekî ku dixwest mirovên ku li zindanên cûnteya faşîst a 12ê îlonê biparêzê bû. Em li çiyayê Kurdistanê, li welatê xwe qaçax bûn. Sînoran em ji hev vediqetandin û ji hev perçe dikirin.

Gava ew li qeraxê çiyê hildikişiya û ji qerax dadiket aliyê din ê çiyê min ew bi heyranbûneke ecêb temaşe dikir. Hezkirina min a ji bo wî tevahiya hebûna min dagir kiribû. Xem û hestên min ên weke parastina wî, rêza ji bo wî û hezkirina ji bo wî tev bibûn yek. Ez ji aliyê tirsê ve hatibûm dorpêçkirin ku Kekê min tevahiya xetere û zehmetiyan dabû ber çavên xwe da ku min bibîne hatibû nav vî şerî. Tirsa min jî ew bû ku gelo dibe ku di vegerê de kekê min rastî êrîşekê were?

Li Tirkiyê darbe bibû û leşkeriyê dest danîbû ser desthilatê. Piştgiriya lojîstîkiya hindik jî êdî hatibû birîn. Ew rojana û ew veqetîn dê kêliyên dawiyê yên hezkirin û rêzdariya me bûyana.

Kurê Îsmaîl Axayê Simko Tahir Xan jî di nav de min serlêdana dostên xwe yên li vir dikirin. Min ji wan xatir dixwest. Piştî rêvitiyeke li ser pişta hespê ya 2 rojan di ser Somayê re ez derbasî Pîranşarê bûm ji wir jî daketim baregeha ku Dr. Qasimlo lê ye.

Min û Dr. Qasimlo me biryar da ku em vegerin Ewropayê û li dewsa xeta Tirkiyê ya hatî girtin em riyeke din bibînin. Dê veger çawa bibûya? Bi neçarî dê ji ser Iraqê re bibûya. Vê rasteqîniyê ez pir aciz dikirim.

Ji 1970’yî heta 1980’yî me her tim Kurdên başûr ji ber têkiliyên wan ên bi rêjîma Îranê re me her tim rexne dikirin. Lê gelo dê me niha çi bikira?Dê ez bi hevkariya rejîma Iraqê ya ku jiyan ji bo Kurdên başûr kirî dojeh di ser Iraqê re derbasî Ewropayê bibûyama? Lê gelo ji wê wextê şinve dê min çawa li rûyê birayên xwe yên başûrî binihêriya? Ev neçariya ji aliyê ehlaqî ve, ji bo min tiştekî pir giran bû.

Mixabin wekî din tu rê û rêgez tunebûn. Rehmetiyê Evdirehmanê Qasimlo ev xembariya min ferq kiribû û ji min re gotibû: “Tu çima aciz î? Ma Kendal ji te re negot: “Ji xeynî vê riyê, tu riyeke din tuneye? Ew bi xwe jî di ser Bexdayê re hat. Çima tu di ser Tehranê re şandî? Ew riya riyeke pir bi xeter e. Me fêm nekir ku tu çima di ser Tehranê re hatî.”
Ez hîn jî hîn dibûm. Her ku navê Kêndalê ku xizmê min bû, derbas dibû ez matmayî dimam. Em bi cîpeke Land Cruiser a Toyotayê bi rê ketin. Aliyê din ê çiyayan Qendîl bû. Me şeva xweli mala 2 odeyî ya Celal Talabanî a li çiyê derbas kir.

Tesadûfeke ecêb ku wê şevê, li “mala” Celal Talabanî Elî Qazî jî hebû. Heta sibehê me sihbet kir. Dû re ew ketin xew. Em jî bi rê ketin. Ber bi nîvro em gihiştin Hewlêrê. Mixabin kesên em ezimandin hêzên ewlekariyê bûn. Şifêr ez birim otêla ku ew lê diman. Liwê otêlê, wek “mêvanê” Hêzên Ewlekariya Îraqê, şev li min herimîbû û bibû dojeh! Piştre wî ji min xatir xwest û wî berê xwe da Rojhilat.

Roja duyem ewlekaran ez birim Kerkûkê. Li otêla bi nav “Kerkûk Otêl” ez hatim “ezimandin”. Wê çaxê ev otêla herî lûks a Kerkûkê bû. Li wir bû fersend ku ez rûyê rasteqîniya hinek kurdên wê demê nas bikim.

Li otêlê kî û kî tune bûn! Ji axayên ku li Rojhilat nedihiştin gundî pariyek nan bidin me bigirin heta serokên partiyên ku nav hene bi xwe tune ne. Heta kurê Sanarê Mamedî, Cano ku Sanar ew ji ber gûmana madeyên hişbir ji kuritiyê red kirî jî li wir bû. Hemûyan ji rayedarên Seddam Huseyîn re digot “Em li dijî Hûmeynî şer dikin. Pereyan bidin me.” Û parsekî dikirin.

Şerê Îran û Iraqê dest pê kiribû. Min dixwest tavilê ez derbasî Bexdayê bibim û ji wir jî derbasî Parîsê bibim. Rojekê hinek hatin otêlê û bi zimanê dayika min bi min re axivîn. Ji min re gotin ku divê ez bi wan re bimeşim. Me dest bi meşê kir û wan ez birim vîlayeke ku 300-400 metro dûrî otêlê ye.

Di bin awirên balkêşde ez ji bo salona ezimandinê hatim veguhestin. Di wê salonê de ez û hin axayên bi şal û şapik ên ziktêr li rûbirûyê hev hatin. Wan tizbiyên xwe yên biha li ba dixistin.

Gava em rûniştî bûn min dît ku ew axa bi hev re ketine pêşbirka xwarina îkramên çay, şîranî û fêkiyan. Tev jî weke jinên ducanî yên nebîran bûn. Gava ez ketibûm salonê wan bi awirên biçûkdîtin û dijminane li min nihêrîbûn. Çavên Kurdan tije dostanî û hezkirin bûn, lê di çavên van de dilopek jî ji van taybetmendiyan tunebû. Ew “mêvanên pir bi qîmet” ên ku li otêla Kerkûkê ji aliyê rejîmê ve dihatin ezimandin ez nas kiribûm û hema xizmetên xwe yên îstixbarî ji bo wan kesên ku nan didan wan pêşkeşkiribûn.

Piştî demekê zilamek ket hundir. Ber bi min ve meşiya û bi Fransî axivî. Silav da min û got “Em tekane dewlet in ku li dinyayê piştgiriya kurdan dikin. Vaye hûn dibînin ji van mêvanên li salonê tiyan ji çand, ziman, kinc û ber û kurdbûna xwe dûr neketine. Xwe venaşêrin. Em ne weke Tirkiye û Îranê ne. Em dostên gelê Kurd in. Li bexdayê radyoyên ku bi Kurdî weşanê dikin hene.” Û hwd.

Ew der wîlaya şefê îstixbaratê yê Kerkûkê bû. Bi qasî nîv saetê propaganda li min kirin. Gotin ku ew min bi tevahiya nasnameyên min nas dikin. Gotin ku min li hemberî Îranê egîdî kiriye. Kesên ku ji Şikakê hatî Kerkûkê her pesnî min dane û ez li şikakê bûme efsane. Lê ez li benda sûrprîza piştî van pesnan bûm. Min gelekî meraq dikir.

Xetîb dawiya dawî armanca xwe got. Amaje pê dikir ku nerast e ez herim Ewropayê û li gorî wî peywira min ew bûye ku divê ez gelê xwe li hember Xûmeynî biparêzim. Digot ku ew bi rewşa me ya li Şikakê û hikmê min ê di nav şikakan de başdizane û amade ne ku wan kêşeyên me çareser bikin.

Wî li hundir li çavên min nihêrî û got ew dikarin li her bankeyeke Ewropayê li hesabekî ser navê min ez çiqas pere bixwazim ew dikarin lê razînin. Got ew aniha jî amade ne ku biçin bankeyê û tiştên pêwîst ji bo min ku bixwazim, bi cî bînin.

Ez ji ber vî seredêrî û gotinên wî yên weke tîrikan tûj matmayî mabûm. Bêyî ku ez tu bersivan bidimê min gotê ez dixwazim herim otêla xwe û ez rabûm ser piyan, bêyî “xatirxwestin, min xwest ku ji salonê derkevim. Begên kurd ên li salonê weke ku bêjin “Ev kîye ku wisa dike” li min dinihêrîn û diyar bû ku ecêb mabûn. Ji ber ku xwediyên wan nêrînan xwediyên berjewendiyên takekesî bûn ji bo wan gotina “Na” ya ji bo wî “Efendî”yî gelek zehmet bû. Ew gelekî mat mabûn û bi tên sûda dekorasyona salona ezimandinê dikirin.

Ji ber wê matmayinê gava ez hatim otêlê hundirê min reşbibû. Eger ji destê min bihata min ê tevahiya mêvanên Rojhilatî yên li wê wîllayê bişanda dojehê. Roja duyem dîsa yekî Kurdîaxêv hat û ji min re got ewê min bibe Bexdayê. Bi min bûya ku wan helwesta min a do fêm kirine û wê careke din tu hevkariyan pêşniyarî min nekin û bihêlin ku ez di ser Bexdayê re biçim Ewropayê.

Tevî ku min nikaribû meseleyên xwe çareser bikim, min nikaribû xwe bigihanda kekê xwe jî. Min nikaribû jê re derdoreke ku ji bo canê wî ewle be ava bikim. Min nikaribû jê re bêjim “Were, bimîne. Ezê çi pêwîst be bikim.”

Erdînç biryara xwe dabû. Roja din bi yekemîn balafira ku ji Romayê diçû Stenbolê bi wê paseporta sexte çûbû wê metropola di bin desthilatiya cûntayê de. Lewra ji aliyê merivê xwe yê li Parîsê, ji aliyê wî otorîteyê pîroz ve nehatibû xwestin. Destê dostaniyê yê ku di wê demê de diviya, destê serqorî û parastinê negihiştibû wî. Berevajiya pêdiviyan ew bi tolaziyê hatibû tometbarkirin û ji bo çerxên şikencexaneyên 12ê îlonê yên ku gelek can standibû hatibû şandin.

Digel hebûna rewşa awarte di kontrola yekem de nehatibû girtin. Piştî avêtina paseporta sexte bi otobûsekê derbasî Diyarbekirê bibû û ji wir jî çûbû Batmanê. Piştre hatibû girtin. Ew bi rojan rastî îşkenceyên cûrbicûr ên îşkencekarên 12’ê îlonê hatibû. Ji bo ku kesayeta wî têk here û şopên mayînde bimînin her cûre zilm ji aliyê zaliman ve hatibû kirin.

Parêzer Şerafettin Kaya ku ew û Erdînç bi hev re li heman bûroyê dixebitîn ji min re gotibû: “Danişîna min hebû. Tu parêzerên ku min biparêzin nemabûn. Ez derxistim dadgehê. Min dît Erdînç jî li wir e û ji bo ku ez wekaletnameyê îmze bikim dirêjî min kir. Min îmze kir û ew bû parêzerê min. Porê wî bi 3 nimreyî hatibû kurkirin. Min fêm kir ku ew nû ji îşkenceyê hatiye derxistin. Erdînç ew bû.

Ji ber çûn û hatina ji Romayê û şikenceyên ku lê hatî kirin cama tenik a di navbera me de ku me herduyan jî bi baldarî ew diparast, êdî şikestibû. Ji ber wê cama şikestî êdî tevahiya dinyaya wî ya nirxan jî têk çûbû.

Qebûlnebûna wî ya bo Fransayê, dirêjnebûna destê alîkariyê yê ji derbasbûna Fransayê, nirxandinên xelet, hevokên darizîner, neçarbûna vegerê, binçavbûn, îşkenceyên giran û wek encamên tevahiya van bûyeran: êşû têkçûnên kûr… Erê ev tev hatibûn serê kekê min…

Nirxên weke biratî, dostanî û rêhevaltî û gelekên din pîroz ên ku me pê bawer dikirin êdî ne ew nirxên berê bûn ku me ji bo wan canê xwe dida. Wisa lê hatibû kirin. Ew bibû weke aveke herikî ku êdî nikaribû paşve vegere. Ew aveke wisa bû ku ji rûbarê dûr ketibû. Hatibû dûrxistin. Di salên pêşde her min çi kiribe jî êdî Erdînç ne Erdînçê berê bû. Neikaribû bibe Erdînçê berê. Fanosa bi sihr êdî şikestibû û nikaribû weke berê şewqa xwe bide dora xwe.

Binçavkirina bi mehan û îşkenceyên cûr bi cûr têrî cûntayê nekiribûn û xwestibûn ku mafê wî yê parêzeriyê jî ji dest bigirin. Ji aliyê rûhî ve ew êşandibûn û qulqulî kiribûn rihê wî. Îcar jî dixwestin wî birçî bihêlin. Doz heta dadgeha bilind çûbû. Ji bo ku biryar ji aliyê dadgeha bilind ve were têkbirin pêdivî bi bertîleke pir zêde hebû.

Ji ber helwesta Kendal Nezan a li dijî kekê min, min biryar da ku ez ji Kendal jî, ji Fransayê jî dûr bikevim û ez ji Fransayê derketim. Ez derbasî Almanyayê bûm. Hînî zimanekî nû bûm û min li wir jiyana xwe berdewam kir. Wan çaxan jî hîn derfetên min ên aborî pir ne başbûn. Çimkî min ji nû ve dest bi jiyanê kiribû an “hinekan” ev yek bi min dabûn kirin.

Ez careke din zewicîbûm. Hevjîna min jî bû kefîl û krêdiya herî mezin a ku bankê dikaribû bide, min kişand. Min xwest ku ez wî pereyî ji kekê xwe re bişînim û ew jî pê bikaribe bertîla ku dihat xwestin bide dadgeran. Min kir nekir. Wî qebûl nekir. Êdî ew cam şikestibû. Êdî tu zemqan nikaribû kûreya bi efsûn a ku hatibû şikandin weke berê bibiriqîne…

Erdînç ji tevahiya serpêhatiyên xweşik digirt. Ji ber wan tiştên bi serê wî ve anîn, şikdar bibû. Bi tu kesî bawer nedikir. Ji xwe re hevalekî nû dîtibû. Dostekî nû peyda kiribû. Hogirê wî alkol bû. Ew ji mirovan dûr ket. Xwe ji her kesî re girt. Heta ku dostê wî yê nû ew ji nav me bir her tim tenêtiya xwe bi wî re parve kir. Jê re behsa derd û kulên xwe dikir. Çawa ku ew ji her dostê xwe re ji dil û can bû. Ji dostê xwe yê nû re jî wisa bû. Nedikarî wî biterikîne. Digel tevahiya hewlên min wî nedikarî dest ji alkolê berde.

Ew kekê min bû û yek ji nimûneyên egîdiyê yê Farqîn û Diyarbekirê bû. Ew egîdê ji aliyê mirovên ku herî zêde wî pê bawer dikirin ve, gava hîn ew dijî hatibû kuştin. Wan di demên wî yên herî xirab de destên xwe dirêjêî wî nekiribûn û ew di çembera îşkenceyan ya zilm û zoriyan de hiştibûn. Wan ihtimala zindanên Diyarbekir û Batmanê ji bo wî ji holê ranekiribûn. Wan bi vî awayî ew bi saxî kuştibûn. Min weke doxtorekî hîn gava ku ew sax bû xetereya mirinê di bedena wî de dîtibû.

Belê; kekê min, birayê min, mêrxasê min, Erdînçê min ji ber pençeşêra alkolê, sala 2014’ê bi awayekî şênber xatirê xwe ji me xwest û çû ser dilovaniya xwe…

Di wêne da: birayê Yekta – Erdînç û hevjîna wî Remziye, 1969