Jînenigarî ya Yekta Uzunoglu
Yekta Uzunoğlu, bijîşk, nivîskar, wergêr û peyamnêrê kurd e ku di sala 1953 an de li Farqîna Diyarbekirê hatiye dinyayê.
Dı sala 1953 de li bajêrê Farqînê wek zarûkê malbatekî welatparezên Kurd tê dinê. Birayê wî parêzerê navdar Erdinç Uzunoğlu[1]'ye,helbestvanê navdar Rojen Barnas û Kendal Nezan jî kurxalê wî ne.
Di sala 1970'ê de diçe Parîsê. Bi bûrsa rewşenbîr Mîrê Kurd Kamiran Alî Bedirxan Beg di navbera salên 1972 -1979 an li Pragê di Zanîngeha Çarls (Karel) de beşa bijîşkiyê dixwîne, bi serfirazî dibe doktor.
Di dema xwendekarîyê de dibe endamê Komela Xwendekarên Kurd li Ewrûpa di nav komele de bi Tariq Aqrewî, Mîrhem Yiğit.Qadir Dîlan,Muhemed Muhtedî,Selîm Babanzade,Muhemed Zaza, Zagros Haco're kar dike.
Dema ku Çekoslovakya ji aliyê Pakta Artêşa Varşovayê ve tê dagirkirin di berxwedanê de dibe çalakger û aktivîst bo heqên mîrovayetî di komara Çekolovakyayê de.
Di sala 1973 de Dr.Abdul Rahman Qasemlo li Pirag nas dike,dostanîya wan ta şehîdbûna Dr.Qasemlo di sala 1989 de dom dike, bi salan alîkarîya Partîya Demokratê Kurdîstana Îranê dike.
Di sala 1975an da Yekta Uzunoğlu û Hacî Ehmedî (pêşeweyê Partiya Jîyana Azadîya Kurdistanê PJAK ê) bi ser konsolsoxaneya Swêde de digrin.Bi 20-30 xwendekarên Kurd re greva birçîbûnê organîze dikin. Di dewra Gûstav Hûsakê Stanîlîst da xwendakarên kurd radestî Sadam dikin. “Swêd welatekî bealî ye” û ev çalakî di dinê de deng dide û şandina xwendekarên Kurdên Başûr li Baxda dide sekinadinê, rejîma Sadam bi vê çalakîyê di vê warê de şikest dixwe.
Dr. Yekta Uzunoğlu di sala 1976 de bi alîkarîya hevalê xwe Prof.Dr.Pavel Martasek [2] û Vladîmîr Korensky bi navebeynakariya çapxaneya Araratê ya neqanûnî/ilegal li Komara Çekoslovakya ava dike û dehan pîrtok,broşûr,xerîta ( neqşê) Kurdistanê û nivîsên xwe,ya Dr.Abdul Rahman Qasemlo, Kendal Nezan û yê Prof.Dr. Joyce Blaû, bi zimanên cûda-cûda çap dike, diweşîne û li Ewrûpa belav dike. Çapxaneya Araratê(Agirî) di dîrokê de yekem çapxaneya kurdî ye li Ewrûpa.
Dr. Yekta Uzunoğlu di dema ku li koleja bijîşkiyê dixwîne, xortekî li dijî komînîzmê ye. Di wê dewrê da bi serokê Komara Çekyayê Vaclav Havel re di nava rêxistina 77an de cîh digre û wê demê di nava çalakiyên siyasî de ye. Dema ku Vaclav Havel tê girtin, Dr. Yekta Uzunoğlu jî sirgûn dikin.
Herwiha piştre Dr. Yekta Uzunoğlu li Parîsê bi cîh dibe. 1982an lîsansa bilind û mastirê li ser nexweşiyên hundirîn dike.
Bi wezîrê berê yê Karên Derveyî yê Fransayê Bernard Kouchner û bi komek hevalan re Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ava dike. Hikûmeta Fransayê Dr, Yekta Uzunoğlu layiqê Bûrsa Enstitûya Pasteur dibîne. Dr. Yekta Uzunoğlu piştî 5 mehan pispor / îxtîsasê, bi nameyekî spasdariya xwe ji hikûmeta Fransayê re dişîne û bûrs û hemû derfetên ku hikûmeta Fransayê jê re dabûn lê vedigerîne û Dr. Yekta Uzunoğlu, tevî hevalên xwe yên Doktorên Sînonernenas diçe Kurdistana Îranê(Rojhilat), ji bo alîkariya şervanên Rojhilatê Kurdîstanê. Nexweşxaneyên sahra ava dike, dibistan bo ciwanên Kurd li serê çîya vedike, dibe mamosteyên wan,li Kurdistana Rojhilat ji Qoturê ta Soma-Biradost di enîya şerê de wek peşmerge cîyê xwe digre.
Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Tirkiyeyê bû. Ji ber parastina mafê mirovan û alîkariya însanî ya kurdan û mirovan di sala 1987ê de ji hemwelatiya Tirkiyeyê tê avêtin. Li Almanyayê xwediyê mafê statû ya penaberiyê ye. Di 1983an de Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ava kiriye. 1983 - 1988 avakar û rêveberiya Enstîtûya Kurdî ya Bonnê kiriye. Herwiha Dr. Yekta Uzunoğlu di dema xwêndkariyê de mecbûr dimîne çend welatan biguherîne.
Dr. Yekta Uzunoğlu, bi 10 zimanan bi awayekî herikî diaxive. Piştî têkçûyina komînîzmê vedigere Pragê. 1990î li Çekoslovakya 17 şîrketan ava dike. Sala 1994an de dewleta kûr ya Çek û Tirk Dr. Yekta Uzunoğlu tûşî problem û arîşeyan dikin. Herwisa di sala 1994an de rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyeyê tê. Li Çekoslovakyayê kesên hemwelatiyên Tirkiyeyê yên ku bi nasnameyên sexte dijîn êrîşî Dr. Yekta Uzunoğlu dikin. Ji vê êrîşê zindî difilite.
Bi hevkariya kesên neqanûnî/illegal yên Tirk ji aliyê polîsên Çekê ve bi 3 kurdên din re tê girtin. Dr. Yekta Uzunoğlu ji 13ê îlona 1994an heta 1997an di zîndane da dimîne.Yek kurdekî bi navê Gafur Gökmen piêtê berdana xwe 32 salîyê xwe de diçe rehma xwedê ji ber ku di girtigehê de nexweş dikeme û nayê dermakirin, kurdê dinê bi navê Hacî Bulut di girtigehê de dîn dibe.
Rêxistina Efûyê ya Navndewletî aşkere dike ku Dr. Yekta Uzunoğlu bi awayekî dadmendî nehatiye darizandin û careke din doza lêpîrsînê dike.[3] Di sala 2007an de Serokkomarê Çekyayê Vaclav Havel, xwediyê xelata Osakarê Zdenek Sverak û 160 şexsiyetên navdar ji bo destekdayîna têkoşîna Dr. Yekta Uzunoğlu dest bi greva birçîbûnê dikin. Dozên dewleta kûr a Çekya li ser Dr. Yekta Uzunoğlu berdewam dikin. Tiştekî ku Dr. Yekta Uzunoğlu bê tawanbarkirin nayê ditîn û di 31ê tîrmeha 2007an de dosyeya Dr. Yekta Uzunoğlu paqij derdikeve. Dr. Yekta Uzunoğlu, dema di zîndanê de ye, rastî gelek mûameleyên xirab tê û zerarê dibîne. 56 dozên hiqûqî derbarê berpirsan de vedike. Dozên tazmînatê di sala 2010an de bi dawî dibin.
Yekta Uzunoğlu di dîroka hiqûqa Komara Çekyayê de tazmînata herî mezin bi dest dixe. Perê ku ji dewleta Çek wek tezmînat distîne dide xwendekarên kurd û wan li Çekya dide xwendin. Di sala 2006an de ji ber cesaretê Xeleta 77 ya herî bi prestîj (Frantîsek Krîegel)ya Komara Çek ji destê serokomar werdigre û dibe biyaniya yekem yê ku vê xelatê bi dest dixe. Yên ku komara dewleta kûr ya Çekya bi wî dane jiyandin, di pirtûka bi navê "Îfade" dinivsîne û pîrtok bi deh hezaran çap dibe û tê wergerandina zimanê almanî jî û almanî jî çap dibe . Dr. Yekta Uzunoğlu di 21.01.2015an de di mala xwe da rastî êrîşa kuştinê hatiye. Lê bi zindî filîtiye. Kujer bi alîyê rêxistineke ku dixwazin Dr. Yekta Uzunoğlu bikujin ve hatiye organîzekirin. Doz hîna berdewam dike.
Dr. Yekta Uzunoğlu hemwelatiyê Almanyayê ye. Bavê du keçan e, 3 zarokên wî hene. Li Pragê li Komara Çekya dijî. Wî bi tevahî 40 pirtûk bi zimanên cûda-cûda nivîsine, wergerandine û weşandine. Dr.Yekta Uzunoğlu 10 zimanan zane.