Hevpeyvîna Yekta Uzunoglu bi Casimê Celîl ra -1
Hevpeyvîna Yekta Uzunoglu bi Casimê Celîl ra -1
Dema weşanê: Adar 13, 2019, 9:18 Dîtin: 645

Ez Casimê Celîl ji welatê Qersê me, ji qeza Qersê me. Ji 1918ê em ji Qersê tevî êla me êşîrê em hatin Ermenistanê Êrîwanê. Biçûktîya min rind tê bîra min. Gundê me deşt û zozanên me, dora wê, zevîyêd me, bostanê pêşîya gundê me, ber gundê me. Çemek di orta gund da dikişîya. Hûrik hûrik biçûktîya min tê bîra min. Navê gundê me Qizilqule bû. Bintara Qizilquleyê Bevrek bû, gundê ermenîya.  Fêza Qizilquleyê Dîgor bû. Du Dîgor bûn. Dîgorekê ra digotin Dîgora Elîaxa, Dîgora din ra jî digotin Dîgora ermenîyan, demek qeza bû, rayon bû. Rayona wan gunda bû.

Bawer bike gund bi ser gundan ra hene. Gundê me wê qezê de di ser gelek gundan ra bû. Gundê me ra pêşîyê gotine Qizilqule yanî “Deşta Zêra”. Bi rastî jî Deşta Zêra bû. Kîjan alî bizîvirîyayî, biçûya kîjan goşeyî, te dît her hêşînayî, her Xwedê çi ku çêkiribû dabû tebîetê.

Welat da kurd, eşîreta êdzîya, ermenî, tirk, eşîreta me kurda diman, ti kes kormîşî ti kesî nedibû. Yekî nedigot te nigê xwe xwar danî. Tu çira aha hatî, çira aha çûyî? Cimeat, her çar millet çawan malek bû. Lê şerê 14an şerê pêşîyê, şerê mezin gelek millet cimeata tev hev kir. Pev ra da şerkirinê. Piştre hêla me da bû şer û daw, di wî şer û dawî da em hatin Êrîwanê.

Apo ew di kîjan salê da bû?

1918ê salê bû. Paşê ke em hatin vira em dîsa zivîrin. Em çûn, dîsa hatin. Lê wê hingê dê û bavê min tune bûn, miribûn.

Apo dê û bav hatin kuştin?

Dîya min ji kerba bavê min mir. Bavê min birin Pilê, tevî gelek mêran biribûn Pilê. Li cihê Pilênîyê miribû li Erzirûmê. Cara duduya ke em tevde hatin tevî meta xwe meteke min mabû. Navê wê Şarê bû. Wê dema em hatin, ez bûm meta min Şarê bû, wê hingê 3 xwişkên min hebûn. Yek berbistan mir, ya din birçîva mir, min yek jî winda kir. Ez bi xwe jî biçûk bûm. 10 -12 salî ya hebûm ya nebûm.

Merîyên nas ez biribûm dabûm yêtîmxanê. Yêtîmxaneya Amerîkayê. Wê hingê dewleta Amerîkayê Gumrîyê da yêtîmxane vekiribû. Weke 10-15 kesan dê û bavê kê tunebaya ew xweyî dikirin. Nan dikirin, av dikirin, hîn dikirin. Hînî xwendinê dikirin. Wê hingê 3-4 salê li yêtîmxanê mayîn şûnda li hev hat ez çûm Celaloglûyê. Celaloglû jê ra dibêjin Stêpanavan ji wê yêrê ra. 2 salan jî li wê derê mam li yêtîmxana Amerîkayê.

Apo li yêtîmxana Lenînakanê li dervayî we kurdên dinê jî hebûn?

Yêtîmxanê gelek kurd hebûn. Hebûn, dora 30 kurd hebûn. Zarê kurdan, dora 30 zarê kurdan hebûn. Hêla min da, Hecîyê Cindî bû, Emînê Evdal bû, Cerdoyê Gênco bû. Cerdoyê Gênco yanî redakterê gazeteya me Rya Teze bû wextekê. Pêşîya Cerdo helbet hevalekî din redaktorê gazeteyê bû, ermenî bû, kurdî baş nizanîbû. Paşê Cerdoyê Gênco bû redektorê gazeteyê. Em 4-5 lawik bihevra digerîyan. Bawer bike em ku da biçûna bihev ra digerîyan ku da biçûna em tevayî bûn. Him jî em merîyên hev tên. Pismamê hev in, kurapê hev in. Ji êlekê ne, ji eşîretekê ne. Celaloglûyê me çend sal xwendin. Rind me ra dan xwendinê. Xwendina heft salîyê yanî ya orta min kuta kir. Wê hingê min kuta kir. Ji wê şûnda em hatin Yêrîvanê.

We bi zimanê filehî dixwend?

Me bi zimanê filehî dixwend. Gişt bi zimanê filehî bû. Em hatin Yêrîvanê weke salekê dudan em dîsa di yêtîmxanê da bûn. Êpey em gihiştîn nêzîkî 14- 15 salî bûm ez derketim xebatê. Demek em mezin dikirin didan xwendinê wekî em kêrî cimaetê, kêrî merivatîyê bên û sineat hîn dibûn, xwendin hîn dibûn. Min xwe li xwendinê girt.

Ew jî mekteba Amerîkanî bû?

Na li Yêrîwanê mekteba Sowyetê bû. Belê yê Sowyetê bû. Halê Ermenistanê zaf baş bû. Qayim bû.  Wê demê Ermenistanê zar, yêtîmxanê dan destê Sowyetê. Sowyetê hemû hildabûn destê xwe. Min xwe li xwendinê girt. Lê 2 sal xebitîm dîsa. Ser elektîrikê dixebitîm. Mekanîk bûm. Min got; na ev e herkes dikare hîn bibe, ez ê dîsa ber bi xwendinê herim. Min xwe li xwendinê girt. Ez çûm mekteba Vayenî min 4 salan wê derê xwend Bekûye û Tîflîsê. Sala 31 xwendina min êpeyce bû. Rewanê da Teknîkoma kurdan vekirin. Yanî hat gotin Teknîkoma Kurdan a Qefqasê Pedagogê vekirin. Wê hingê ez ûzê partîyayê bûm. Ji kola Vayenayê ez ûzê partîyayê bûm. Her sê respûblîka şêwir kirin tê ra dîtin ez kişif kirim, ez kirim dîrektorê Teknîkomê Kurdan a Rewanê da. Dêmek 1931ê salê, Rewanê da yanî Yêrîwanê da Teknîkoma kurdan vebûye ya here pêş. Ez nizanim li dinê da berîya teknîkoma me teknîkomek kurdî heye yan nîne bi min eyan nîne. Lê teknîkoma me zaf mezin bû. Nêzîkî 200 -250 şagirt hebûn.

Tev kurd bûn?

Belê tev kurd bûn. Ji sê respûblîkan, ji her eşîretan, çawanî em dibêjin “Millî, Kîkan, Zîlan,” te yê bigota yarebî Xwedê evana ne ji başqe başqe eşîretan hatine. Yan ji Azerbaycanê hatine, yan ji Gurcistanê hatine, yani ji Ermenistanê hatine. Teyê bigota ev malek e. Malekê da ewqas xortên kurmancan tevda bûn. Ne zar bûn, xwendkarê herî biçûk 15- 16 salî bû. Gelek salê wan êpeyce bûn. Forma malekê bû. Zarê malekê bûn. Wexta yek nexweş diket giş lê dicivîyan miqatî lê dikirin. Xwarin jê ra dianîn, hertişt dianîn. Îcar li bal me înternet bû, înternet yanî her zehmetî dewletê dikişand. Kincê wan, xwarina wan, razana wan hertişt dewletê zehmetî dikişand. Gelek hezar manat ser teknîkoma me xerc dibû. Wê hingê teknîkomê da Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, hevalêd kurmanc dixebitîn.

We dersên çi didan li teknîkomê da?

Li bal me dersdarê hevalê ermenî jî hebûn yên kurdî zanibûn. Yên ji welatê Romê hatibûn. Kurdî rind zanibûn wana jî ders didan. Ser xeberên akademîk (28:39…………….) Samson Gasparyan, çûye rehmetê, ew jî dersdar bû. Yerîtsyan hebû ba min dersdar bû. Vardan Pedoyanê camêr destgirtîyê min bû, ermenî bû, xwendina wî epeyce hebû. Ji min mezintir bû. Ez gelekî cahel bûm, wê hingê 23 salî bûm.

Hûn kîjan salê zimanê rûsî hîn bûn?

Ez 27a da rûsî hîn bûm.

Dema hûn ji yêtîmxanê derketin, we zimanê kurdî ji bîr nekiribû?

Na na min bîr nekiribû. Me kesî ji bîr nekiribû. Me hev ra xeber dida. Em rûdiniştin me kilam digot hevra. Dê û bavê xwe me dianî bîra xwe. Em rûdiniştin em digirîyan. Tevayî digirîyan.

Îcar teknîkomê da temamîya dersa ortê didan. Dinyazanibûn, tebîet, ziman, matematîka, algebra, dêmek ew çik mekteb milleta gişkan ra lazim e. Me ders dida. Kitêbên dersê kêm bûn.

Wê hingê piştre jî li bal min dixebitî, Îshaq Morogulov. Îshaq Morogulov xwe asûrî bû. Dêmek respûblîka me da mala wî Erdeşêrdê da dima. Nahîya Erdeşêrdê “Diwîna Jorîn” dibêjin. Lê xwe dixebitî li Enstîtûya Ronkayê da. Dêmek weke wekîlê milletê biçûk ji 25ê salê. Îshaq Morogûlov dersa alfabêt dida. Dêmek dersa herfan.

(dûmayîk sibê bixwînin û guhdarî bikin)

 

Ji alîyê berpirsyarê malperê Têmûrê Xelîl da:

Xuya ye dizî û derew nexweşîyeke genetik e. Ev kesê ku birêz Yekta Uzunoglu pê ra hevpeyvîn kirîye, dibêje: Min devdevî 1200 stran û meqam di radyoyê de hazir kir. Li cîyekî din jî pêşketina radyoyê bi xanima xwe û bi kurê xwe Celîl va dide girêdan, ku herdu jî yek deqe jî li radyoyê kar nekirine.

A rast ew e, ku ew kes sala 1955 serokê radyoya testî ya di heftêyê da 10 deqeyî bû, hîç stiranek qeyd nekiribû, hîç karek ne kiribû, karê kirî jî bi şaşîyan va dagirtî, lema jî komîsyona ji Moskvayê sala 1957an ew ji kar avêt, radyo ji testê derxist û kir a fermî, Xelîlê Çaçan kir serokê radyoyê. Û hemû stiran, miqam û pîês-şanoyên radyoya kurdî a Rewanê di dema serokatîya 24 salan ya Xelîlê Çaçan (ji sala 1957 heta 1981), bi biryara wî û rêberîya wî hatine qeydkirin.

A here ecêb ew e, ku 40 salan piştî vê hevpeyvînê, kurê wî Celîlê Celîl derewên bavê xwe berdewam kir, bû înformatorê kitêba Zerî Înançê ya zêdeyî 400 rûpelî ya ser radyoya kurdî a Rewanê, ku karê radyoyê bi vê malbetê va girê dide û keda Xelîlê Çaçan û xanima wî Eznîva Reşîd (ewana bi hev ra zêdeyî 50 salan li radyoyê kar kirine) û navê wan di wê pirtûkê da tune.