Hevpêyvîn li gel Apê Hecîyê Cindî (Êrîwan, 7ê tîrmehê, sala 1979)
Hevpêyvîn li gel Apê Hecîyê Cindî (Êrîwan, 7ê tîrmehê, sala 1979)
Dema weşanê: Adar 18, 2019, 9:06 Dîtin: 674

Em beşa sisîyan ya nivîseke nivîskarê malpera xwe Yekta Uzunoglu derheqa birayê wî da çap dikin. Jînenîgarîya birayê wî ewqas dewlemend e û hezkirina birêz Yekta di hindava birayê xwe da ewqas pir e, ku nivîs dirêj derketîye. Lema jî me ew kir sê perçe û sê rojan pey hev çap dikin. Fermo, îro beşa dawî bixwînin.

 

Yekta Uzunoglu

 

Bi rastî jî em ber bi Bexdayê bi rê ketin û em wir. Li gorî şert û mercên wê heyamê wan ez anîbûm otêla herî lûks a Bexdayê. Şofêr hewl da ku here. Ez jî neçar mam jê bipirsim ka wê êdî çi bibe. Wî jî got: “xeman nexwin, wê ji bo te werin. Kêşe tuneye.” Rabû çû. Piştî çend saetan bi rastî jî hinek kes hatinba min. wan ez birim wîllayeke mezin ku li baxçeyê wê gelek darên xurmeyan, kulîlk û fiskiye hebûn.

Xwediyên vê wîllayê ji kesên li Kerkûkê profesyoneltir, bihêztir û bibiryartir bûn. Qrewat girê dabûn, kincên başli xwe kiribûn û parfûmeke giran li xwe kiribûn. Diyar bû ku leşker û biroqratên xwînsar in. Bêyî ku rawestin dest bi meselê kirin. Bi fransî daxwazên xwe gotin.

Pêşniyara wan jî wek ya li Kerkûkê bû. Bi tenê cudahiyeke biçûk hebû. Li Bexdayê bi dehan bankeyên Ewropî hebûn û eger min qebûl bikira wê demildest tiştên pêwîst bi cî bianiyana.

Bi rijd ji min dixwestin ku ez vegerim Rojhilat û li dijî rejîma Îranê şer bikim. Gotin bêyî ku xebera Dr. Qasimlo jê hebe ew dikarin min bi silametî bigihînin herêma Şikakê. Diyar kirin ku ez qebûl bikim şûnve ew dikarin bi awayekî zelaltir li ser çek û teqemeniyên ku wê bên şandin biaxivin wê çêtir bibe.

Piştî ku min got ez dixwazim vegerim Parîsê weke ku li Kerkûkê qewimî, dîsa bi awirên tûj li min nihêrî û got “Tu piştrast î?”. Min jî got: “Erê ez ne piştrast im, ez bibiryar im.” Wî jî got: “Bibore, lê ev der ne rê ye ku her kes di nav erdê me re here her cihê ku dilê wan dixwaze.”

Bi wî awayî em ji hev veqetiyan. Kesê ku ez anîbûm wîllayê xûya bû û ez birim otêla min a li Bexdayê. Roja duyem hê ez li ser taştê bûm hat û got “Emê herin Hewlêrê.” Rabûm min çentê xwe amade kir. Bi terembêla wî me da rê. Piştî çend saetan em gihiştin Hewlêrê. Ji min kirî wê dîsa min li lûkstirîn otêla Hewlêrê ya wê demê bi cî bikin.

Otêl hema bêje vala bû. Gava ez daketim jêrê ku taştê bixwim,yekî ku bi fransî zanibû hat û li ba min rûnişt. Xebatkarên resepsiyonê jê re gotine ku ez bi fransî dizanim. Ew endamê malbateke navdar a Îranî bû ku jê re tê Tabatayî dihate gotin. Hîn dibim ku hemwelatiyê Fransayê ye lê li Swîsreyê dijî.

Got ku ew ji bo here Siwîsreyê derbasî Îraqê bûye û Îraqî li ser wî zextê dikin ku vegere Îranê û malbata xwe ji bo şerê li dijî Xûmeynî qane bike. Lê wî pir meraqa jin û zarokên xwe yên li Swîsreyê dikir û ew dixwest xwe bigihîne wan. Lê nizanibû çi bike.

Min guhdariya wî kir. Ez jî endamê malbateke parvebûyî bûm. Dewleta Çekoslovakyayê xebatên min ên netewî û çalakiyên min ên li dijî Sedam wek sedem nîşan dabûn û ez dersînor kiribûm û jin û kurê min jî li Pragê mabûn. Nedihiştin ew derkevin werin ba min û ne jî dihiştin ez werim ba wan. Min guhdariya wî zilamê birîndar kir. Di wê demê min dest bi gotina fikra di serê xwe de kir:

“Pêşniyareke min heye. Ji bo em balê nekişînin ser xwe, emê kincê xwe li odeyên xwe bihêlin. Emê ji xebatkarên resepsiyonê jî pirsa çûyîna bazarê bikin. Bila bizanibin ku em diçin bazarê. Emê li bazarê cilûbergên netewî yên kurdan bikirin û li xwe bikin. Emê kincên xwe yên Ewropî jî bixin tûrikekî biavêjin û birevin.” Ez bi bersiva wî ya erênî şaşmabûm. Çimkî gotibû hema rabe em herin. Diyar bû ku ew gelekî dirêj hatibû dîlgirtin. Me bi hev re her tiştî da ber çavên xwe.

Em bi hev re çûn bazara li bin Kela Hewlêrê û me tevî şal û şapikan, çi pêwîst bû kirîn. Me li xwe kirin û em derketin. Gava ez hê xwendekar bûm, hînî devoka hevalên Zaxoyî û Dihokî bibûm. Ji kesên bazarê kirî, ez yekî Dihokî me!

Me hewl dabû ku kincên me yên Kurdî bihatir û lûkstir bin. Em yekser şibiyabûn şêniyên wir. Em çûbûn berberekî jî û me porê xwe jî wek şêniyê wê herêmê kur kiribû. Me kincên xwe yên Ewropî avêtin û em reviyan! Em bi pirsê çûn rawestgeheke texsiyan.

Me got em dixwazin herin Dihokê. Em li texsiya şifêrekî Dihokî siwar bûn. Hê em ji bajêr derneketibûn min jê re got bisekine! Şifêr sekinî. Min got: “Em naxwazin herin Dihokê, me bibe Bexdayê! Lê nasnameyên me tunene û em ne Îraqî ne.” Şifêr kurdekî hir bû. Got “Min fêhm kir tu kurdekî Tirkiyê yî û direvî.” Got “Piştî darbeya leşkerîgelek kes direvin. Lê ne mesele ye.” Em çûn derekê. Ew peya bû. Lê piştî demêkê bi awayekî aram vegeriya, hate ba me.

Di destên wî de 2 nasnameyên kevin ên Îraqî hebûn. Navên di nasnameyê de bi me dane jiberkirin. Paseport, nasname û ewraqên me li derdorê derî, di ciyekî zehmet de veşartin û me da rê. Heta em gihiştin Bexdayê belkî 10 caran em di kontrolan re derbas bûn. Li hinek ciyan wî bexşîşdida. Li hinekan diyariyên biçûk yên weke cixare û hwd. Lê axir wî em gihandin Bexdayê! Di ketina bajêr de sekinî û got “Biborin, ez newêrim bikevim bajêr. Polîsên Bexdayê zalim in!”

Nasnameyên Îraqê ji me nestandin. Tevahiya ewraq û paseportên me dane me. Em hembêz kirin û ji me xatir xwest. Riya me diyar bû. Emê biçûna Sefaretxaneya Fransayê. Şofêrê me gelek baldar bû. Li Hewlêrê çenteyên me xistibû tûrikan ku kes pê nizanibe tiştên me ne.

Ez nizanim tu fîlmên James Bond ên li Rojhilata navîn hatibûn kişandin hene yan na, lê min ji fîlmên wî çêtir xwe gihandibû Sefaretxaneya Fransayê ya li Bexdayê. Em ji polîsên Îraqî yên li ber derî jî filitîbûn û em ketibûn hundir.

Yekemîn xebatkarê sefaretxaneyê bi baldarî guhdariya me kir, serxebatkarê xwe ji rewşa me agahdar kir û nimreya telefona xwe jî da min. Ji min rica kir ku ez xwe bigihînim Kendal Nezan. Li hûndir bi qasî saetekê em bi Kendal re ketin têkiliyê. Ji bo ez jî pê re biaxivim, telefon dirêjî min jî kirin.

Min ji Kendal re got ez li Sefaretxaneya Fransayê me û her çiqas mafê min ê rûniştinê li Fransayê hebe jî, ji ber ku ez ne hemwelatiyê Fransayê me, xebatkar nikarin alikariya min bikin. Ji bo ku alîkariya min bikin, divê ew ji wezaretê fermanê wergirin.

Kendal got “Xeman nexwe. Emê çareser bikin. Her çiqas te bûrsa xwe paşve jî dabe tu hê jî jî bûrsiyer î. Herwiha li Fransayê mafê te yê rûniştinê heye. Ezê hema bi Lescot xanimê re biaxivim û emê meselê çareser bikin.” Wî diyar kir ku wê heta nîvê şevê dîsa telefonê min bike. Saet li ser hev dibuhurîn. Li dora 1’ê şevêSerqonsil got: “Bû nîvê şevê. Tu kesî telefon nekir.” Wî got ku ez nikarim li avahiya sefaretxaneyê bimînim. Ez ne welatiyê fransayê me, ewê nekaribin alîkariya min bikin û divê ez ji sefaretxaneyê derkevim.

Camêr diyar kir ku wan ev biryar bi hevkariya peywirdarên Wezareta Derve ya Fransayê girtine. Li ser vê yekê ez matmayî mabûm.

Kendal telefon nekiribû! Li derve jî ji ber rewşa awarte li serê her quncikî milîsên “Caşel şeab” hebûn û derketina derve jî qedexe bû. Eger ez di wê saetê de derketama ezê biketama nav lepên wan. Yanî sefaretxaneyê digot ji we re vî kesî ku xwe spartiye me û hûn çi dikin bikin! Ewlehiya canê min ji bo wan ne mesele bû!

Ew kesên ku vê biryara dayî ango yên ku ez diavêtim kolanên Bexdayê dostên kurdan bûn, mirovhez û medenî bûn! Helbet wê çaxê bazirganiyeke ecêb û mezin a Fransiyan bi Îraqê re hebû û diyar bû ku qaşo mirovheziya wan a derewkî ketibû bin siya bazirganiya wan.
Bêyî ku bersivên pirsên dostên Kendal çi kirin, çi gotin werin dayîn bi awirên weke ku bibêjin “Tu ne xema me yî. Li çareya serê xwe binêre” ez ji bo ber devê şûrê celêd dihatim şandin û ez li kolanên tije tûndûtujî, zext û mirin hatim avêtin.

Îcar wê ewlehiya Îraqê ewqas bi kûbarî ji min re negota: “Vegere ciyê tu jê hatî. Ez êdî li derve bûm. Li ser vê yekê min tevahiya pergala têgihiştin û fikirînê da xebitandinê. Jixwê ji xeynî vê yekê tu tişt di destê min de tunebû.

Di wan demên ku ez li Bexdayê mam de 2 caran ez hatim girtin. Yek ji van ji ber pêşniyara Kendal bû ku wî gotibû: “Here filan derê, ew kurd in!” Ez jî çûbûm, wan çayekê dabûne min, di ber re jî bang li polîsan kiribûn. Hîn min çaya xwe venexwaribû polîs hatibûn û ez biribûm…

Cara duyem jî li otêlekê tiştekî wiha hate serê min; Kendal ji min re gotibû: “Ev nimare, nimareya zilamê Sînemxan Bedirxanê ye. Ew li Bexdayê di peywireke pilebilind de ye.” Min jî telefonî wê nimareyê kiribû. Li resepsiyona otêlê hê ez li benda wê bûm, yekser min dît ku li dewsa wê polîs hatin û ez birim.

Her du caran jî min karibû ji qereqolê birevim! Êdî min fêm kiribû ku ji Parîsê tu xêr ji bo min nîne. Diviyabû min baweriya xwe bi şarezatî û jêhatîbûna xwe bianiya.

Min biryara xwe da û careke din ez çûm bazarê. Li bazara Bexdayê ez gihiştim qaçaxçiyên filistînî. Min bi wan re li hev kir û piştî çolên sedan kîlometreyî ez gihiştim Ûrdinê. Ji bo rizgariya canê xwe heta qurişadawiyê ango her cûre tiştên min ên giranbiha min dabûn qaçaxçiyên filistînî.

Wan ez gihandim otêleke erzan a li kolana Qraliyetê. Sedema hêsantiya revîna ji Iraqê ew bû ku di wan rojan de şerê Iraq û Îranê destpê kiribû û bi deh hezaran pispor, karsaz û karkeran hewla reva ji Îraqê didan.

Ez li Ûrdinê, li kolana ku otêla min le bû, geriyam. Min hewl da ku ez derdorê binasim. Ez çûm ba şîranîfiroşekî. Ji ber ku min bi hêsanî bi mirovan re têkilî datanî dîsa bi hêsanî ez bi wî re jî ketim nav sihbetê. Ez hîn bûm ku xwediyê wir Ermenî ye. Min jê re qala rewşa xwe kir. Wî jî ez bi Ermeniyekî dewlemend re dame naskirin. Wî kesî hîşt ku ez ji ofîsa wî telefonê Kendal bikim.

Gava min bi Kendal re xeber dida Kendal bi axaavtina bi min re şaşû matmayî mabû. Her çiqas wî nexwesta jî, pê aciz bibûya jî fêm kiribû ku ezê zû yan dereng xwe bigihînim Parîsê. Yanî êdî ez ji dojeha Îraqê filitî bûm.

Kendal soz da ku ji bo min 1000 frankî ji hesabê wî Ermeniyê dewlemend re bişîne. Bi rastî jî bi qasî 10 rojan paşê ew pere derbasî hesabê wî zilamî bû. Ez jî di heman demê de bi alîkariya Ermeniyên wir li dermanxaneya doxtorekî Ermenî rojane 4 saetan dixebitîm.

Piştî ku 1000 frank hatibû bi alîkariya dostên min ên Ermenî min bilêteke balafirê peyda kir ku ew jî di ser Şamê re diçû Pragê, di wir re jî derbasî Parîsê dibû. Tevahiya balafiran bi firarên Îraqî û heciyan dagirtî bûn!

Dîsa 2 welatên xeternak li benda min bûn û diviyabû ez di ser wan re derbas bibûma: Sûriye û Çekoslowakya! Wekî din tu çareyên din tunebûn. Ez bi rê ketim û dawiya dawî bi awayekî silamet gihiştim Parîsê…

Mirovê ku min herî zêde meraqa wî dikir Kendal bû! Weke ku serê mehkûmekî bidin ber celad nîvê şevê ez ji sefaretxaneya Fransayê hatibûm derxistin. Gelo wê Kendal ji bo vê yekê çi bigota? Her çi adres dabû min ez li wir rastî polîsan hatibûm û hatibûm girtin. Gelo wê bi çi awayî behsa van meseleyan bikira?

Min weke tedbîr biryar da ku welatê bilêta xwe ya balafirê, nexşerêya balafirê û her tiştên din,Kendal jî di nav ji tu kesî re nebêjim û min negot jî. Axir ez li Parîsê bûm!

Min telefonê Kendal kir û wî jî ji bo hevdîtinê qehweya ku wek ’Qehweya Nazim Hîkmet’ tê zanîn destnîşan kir. Lê ji dema xwendekariya me ve em nediçûn wê derê.

Çima em nediçûn? Çimkî çepgirên Tirkiyê diçûn wir û sîxûrên ku ew dişopandin jî her tim li wir bûn. Piranî em yan li Cafe Clunny yan jî li Jarden Luxembourga li kolana mala wî, rûdiniştin. Café 150-200 metre ji mala Kendal dûr bû.

Dawiya dawî derengiya şevê me li wir hev dît. Qaşo bi hinekan re civata wî hebûye, loma dereng maye! Serê meha mijdarê bû û li Parîsê hewa gelekî sar bû…

Li ser min tenê çentê min, paseport, notên min û pereyekî hindik hebû. Min çentê xwe danî ser kursiya vala. Ez carê diçûme destavê û dihatim. Em hê jî diaxivîn. Ji ber ku ciyê min ê lêmayînê tunebû, em ber bi mala Kendal a 30 m2’yî ve meşiyan.

Bi qasî 3-4 deqeyan em meşiyan. Piştre min fêhm kir ku çentê min tuneye! Ez kelecanî bûm. Min got: “Min çentê xwe li qehwê ji bîr kir, em vegerin!” Bi lez em vegeriyan. Kendal dîsa xwînsariya xwe ya ku ji ber profesyoneliya wî tê, ji dest neda. Careke din lîstika xwe ya bi zerafeta Fransî lîst ku ew heyranê wê çandê bû!

Di wê saetê de ji me pêve tu kes li qehweyê tunebû. Gava em ji wir veqetiyan jî em kesên dawî bûn li wir. Ji xeynî me tenê du garson hebûn. Lê çi ecêb bû ku çentê min ne li ciyê xwe bû. kesên em dişopandin kî bûn? Kê zanibû ku ez û Kendal emê li wir hev bibînin?

Tevahiya bermahiyên serpêhatiya min, paseporta min a ku min ji Bexdayê standibû, nasnameya min, qerta min a doxtoriyê û nîşeyên min ên rojane tev winda bibûn! Heştmehên li rojhilat, tunebûna derman û pêdiviyên tibbî, birîndar û raçavên min ên zehmetiyên gelê min û gelek bûyerên din li ser min bandoreke mezin çêkiribûn. Ez ne başbûm. Ji ber xayisî, westandin û hêrisiyê piştî vegera ji destavê min qet şik nekiribû ku ez li çendeyê xwe yê ser kursiyê binêrim. Tiştên di heşt mehan de hatin serê min, min ji Kendal re digotin û wî jî bersiva min dida. Min hebûna çenteyê xwe ji bîr kiribû.

Min ji xwe re digot: “Gava ez çûm destavê Kendal li vir bû. Gelo ew çente çawa winda bû? Ma pêkan bû ku tu kes li ber çavê wî çênte hilde û here?“ Çimkî li qehwê tu kes tunebû. Bê çente em ber bi mala Kendal ve meşiyan. Ez ji ber wendabûna tevahiya not, desthet û nivîsarên xwe jî gelekî aciz bibûm û li ber xwe diketim. Qet ne aram bûm…

Ezê îşev li mala wî bimama. Madem emê îşev li mala wî bimna, naxwe çima em li qehweya nêzikî mala wî rûneniştin û em çûn qehweya dûrtir? Berê bi dehan car em li qehweya nêzikî mala wî rûniştibûn.

Westa heştmehan, êşa di rêwitiyê de û bi ser de jî wendabûna destxetên min ez nekirim xew. Roja din bêyî ku ez westa xwe bidim ez ji xew rabûm. Me careke din behsa çêntê kir û ez hîn bûm ku kurxalê min Raûf Dûrsûn li wê qehwê bi awayekî part-tîme ango demdemî kar dike.

Bi vê agahiyê ez hêvîdar bûm ku ez tiştên xwe yên winda bibînim. Min telefonê wî kir. Me hev dît û em tev çûn wê qehwê û me pirsa çenta min kir. Wî garsonên li wir ji berê ve nas dikirin.

Ew hevalên wî bûn. Raûf ji wan re got ew merivên hev in û çente jî pir giring e. Ew pê bawer bû ku eger wan xortan çente bidîtana wê yekser teslîmê min bikirana.

Li gorî Raûf, ew xort mirovên ewle bûn, hevalê wî bûn û di navbera wan de heta niha tiştekî wisa qet neqewimiye. Lê gelo kê ji bo çi çentê min dizî an jî kir ku were dizîn? Ji bo çi?

Ez di dojehan re derbas bibûm. Gelek caran bi mirinê re rûbirû mabûm û gihiştibûm Parîsê. Li parîsê agahî û belgeyên min hatibûn dizîn û ez pê ketibûm! Nepêkan bû ez ji T.C’yê paseportê bistînim û nepêkan bû ez notên di rojnivîska xwe de yek bi yek bi bîr bînim.

Ez bê paseport mabûm. Kendal salek berê ji min re çê-neçê paseporteke “sexte” derxistibû. Bi “kêfxweşî” digot: “Nepêkan e careke din ji min re paseportek were çêkirin, ew derî hatiye girtin!”

Gava ez derbasî Kurdistanê bibûm min tevahiya alavên li mala xwe ya Parîsê belav kiribûn. Heta bêje alavên xwe yên taybet jî min dabûn merivên xwe. Piştî heştmehan ez ji qada şer vegeriyabûm. Êdî ne alavên min, ne jî maleke min hebû. Weke ku li devera me tê gotin ez tiqûtazî li kolanên Parîsê mabûm! Min xwe sipastibû “wî” kesî ku xwînna me yek bû!

Salek berê gava ez ji Çekoslowakyayê hatim Parîsê Kendal gelekî hewl dabû. Lê niha tu nîşaneyên vê yekê di Kendal de xûya nedibûn! Ecêb bû! Gelo sedemên vê yekê çi bûn? Min çi kiribû? Ez yekî sûcdar bûm? Xetayê min çi bû? Gelo sedema aforozkirina min çi bû?

Min rûyê xwe li tevahiya derfetên xwe ba dabû ku ez tevî gelê xwe bim, birînên wan derman bikim û nehêlim mirin pêk werin çûbûm Rojhilatê Kurdistanê.

Ji ber ku balafira min dereng mabû ez li balafirgehê hînê hinek agahiyên ku “divê ez hîn nebim” bibûm, hin rêwiyên ku divê ez bi wan nehesim, hesiyabûm. Ez hînê hinek “sir”an bibûm ku dihatin vaşartin.

Ez wekî merivekî Kendal hînê hinek agahiyan bibûm ku divê ez hîn nebûma. Êdî ez şahid bûm. Sedema vê helwesta Kendal ev bû…

Roja ezê ji Brûkselê derbasî Kurdistanê bibûma, Kendal jî digel Mihemed Emîn Bozarslan û Huseynî wê li ser navê Qasimlo biçûna ji Qedafî pere bixwestana. Ewê jî ji Brûkselê bifiriyana Lîbyayê.

Ew ditirsiya ku ez vê agahiyê bigihînim Qasimlo. Wî nedixwest ev çûyîn were zanîn. Min zanibû ku bi saya Îstixbarata Seddam ew di ser Bexdayê re diçe tê Îranê û gelek tiştên din. Ji ber van zanyariyan, ez ji bo Kendal bibûm “kesekî xeternak!”

Çente firiya bû! Ciyê min ê mayînê jî tunebû û pereyên min jî tunebûn. Kendal bêdil kir ku ez li mala xwîşka wî Nezîhayê ya li Rue Pigalle’ê bimînim. Ew mala me hemûyan bû. Yanî gelek kurdên li parîsê hema hema her roj dihatin wir. Li wê malê telefon jî hebû. Me bi saya wê telefonê xeber dida. Her kesekî bixwesta dikaribû ji wir xwe bigihanda me û me jî xwe bigihanda wan. Şifêrên erebeyên ku me ji bo şaredariya Diyarbekirê amede kiribûn, dîsa li malê mabûn.

Endamên malbatê dizanibûn ku ez li wê malê dimînim. Gava ez li wir bûm birayê min ê delal telefonî min kiribû. Zilamê Nezîheyê Îsmet û gelek kesên diçûn dihatin wir jî merivê me bûn. Nezîhe dûvûdirêj bi Kekê min re axivîbû û jê re gotibû bila êvarê telefon bike. Wê çaxê teqez ezê li malê bûma.

Piştî wan rojên zehmet, êşû gelek tiştên din dawiya dawî min xebereke xêrê bihîstibû. Kekê min ji Rojhilatê Kurdistanê vegeriyabû. Ji aliyê 12 cûntaya 12’ê îlonê ve nehatibû girtin û nehatibû kuştin. Her du kurên malbata me, em her du bira jî sax bûn. Gava wê şevê bi wî dengê xwe yê tenik û jidil bi min re axivî rojê li taritiyên dilê min xist! Wî ronahiya xwe û pê re jî enerjî û hêza jiyanê dida min.

Piştî sihbeteke çend deqeyî diyar kir ku piştî darbeyê wî fêm kiriye ku wê were girtin û bi saya dostên xwe derbasî Sûriyê bûye û di wir re jî di ser Libnanê re çûye Romayê. Ez bi vê yekê pir kêfxweşbûm. Roja ez ji Ûrdinê daketim balafirgeha Şamê ew jî ji Şamê derbasî Libnanê bûye. Bi stûxwarî ez neçar mam ku qala rewşa xwe bikim. Min jê re eşkere kir ku demeke berê ez gihiştime Parîsê. Şeva ez hatime min û Kendal me hev dîtiye û wê şevê çente, paseport û gelek tiştên min ên ku pê ez bikarim xwe pê qane bikim wenda bûne. Ez gelekî di rewşeke xerab de me û ji ber ku bêpere jî mame ez li odeyeke mala Nezîheyê dimînim.

Tevî ku min gelekî dixwest li Romayê herim ba wî jî, ji ber gelek gelek sedeman min nedikarî herim û min ev yek bi dengekî bi êşjê re rave kir.

Ji bo ku li ber xwe nekeve û xwe neçar hîs neke min got ezê yekser bi Kendal re biaxivim û ji bo rewşa wî li çareyan bigerim. Guhdariya min kir û bi gotinên min qane bû.

Gava em bi hev re diaxivîn, dûr an nêzik em her tim xwedî rêgez û prensîb bûn. Ez ewqas di rewşeke xirab de bûm ku êdî qurişbi min re nemabû. Li ser min tu nasname tunebûn û min nedikarî derkevim derveyî Fransayê.

Ji ber rewşa ez ketibûmê Kendal jî ne Kendalê berê bû. Kendal careke din tevahiya deriyan li rûyê min girtibûn! Her çiqas sedem ne ez jî bim, min xwe avêtibû bextê wî! Wî bi rewşa min zanibû û bi vê yekê, zilmê li min dikir, rewşa min ji bo ku zilmê li min bike bi kar dianî.Ez pê dieciqandim û bi vê yekê şad dibû!

Kendal derengiya şevê hat. Min gotê Kekê min Erdînç bi derfetên xwe, xwe gihandiye Romayê. Min jê pirsî ka divê çi were kirin. Wî yekser Erdînç bi tolaziyê tawanbar kir û got ne rast e ku Erdînç çar zarokên xwe, dê û bavê xwe, karê xwe û miwekîlên xwe berde û were Romayê û lê zêde kir û got tiştê ku Erdînç kiriye pê nakeve û ev bêberpirsiyariya Erdînç bixwe ye.

Ez bi van gotinên Kendal di şûna xwe de cemidîîm û matmayî mam. Min xwest bêjimê li Tirkiyê rewşa awarte heye, rêvebiriya leşkerî heye. Lê hîn min hevoka xwe bi dawî nekiribû, wî gotina min birî û got: “Wê cûnta çi pê bike? Ew ne di nav tu rêxistinên siyasî de ye.” Bi gelek gotinên tawanbar axaftina xwe berdewam kir.

Nirxandin û gotinên wî gelekî nexweşbûn. Weke ku ew bersiva awirên min ên ku dibêjin te hay ji xwe heye bibersivîne dengê xwe bilindtir dikir, têr axivî û xwe rihet kir. Got ez ji bo wî tiştînakim û rabû çû.

Hê êşek neqediyabû felekê êşeke din li min zêde kiribû. Hêjayê birayê min, bi derfetên xwe ewqas sînor derbas kiribû û hatibû Romayê. Ew di rewşeke nebaşde bû. Nasname û pereyê min jî tunebûn û ji ber vê rewşê min jî nikaribû ku xwe bigihînim wî.

Wî destê xwe yê biratiyê di her rewşa min a xerab de gihandibû min. Lê îro rewşa wî xirab bû û min nikarimbû destê xwe yê biratiyê bigihînim wî. Êşa vê carê ji tevahiya êşên min ên li Îraq, Îran û Ûrdinê mezintir bû.

Roja din ez heta saeta ku wê wî telefon bikira her li derve geriyam. Dinya di ser min de hilweşiyabû. Her ku saeta telefona wî nêzik dibû pêşçavên min bêhtir reşdibûn. Vê reşahiyê tevahiya bedena min bêhtir dagir dikir.

Weke rihê candarekî ji bedena wî hatibe qutkirin ez jî bi wî awayî ber bi mala Nezîheyê ve meşiyam. Ez çûm li ser telefonê sekinîm û li benda telefona wî mam. Di wê rewşê de min dît ku kesên nêzikî Kendal in ji vê rewşê çêjeke ecêb werdigirin. Ji ber vê kêfa wan êşa min girantir bû û ez bê hemdî xwe li ber telefonê ketim xwarê.
Rewşa xerab a mirovekî çima wisa kêfê dide hinekên din? Çima bêderfetî û têkçûnên psîkolojîk hinekan kêfxweşdike? Bi ser ve jî ew ên ku kêfxweşdibin ku merivên te bin wê meriv çi navî li vê rewşê bike? Di bingehên vê yekê de çi qewimîn, çi rabirdû hene?

Gava telefon lêket tu bersivên min ên erênî ji bo wî dengê tenik ê kekê min ê delal tunebûn. Nizanim min çawa jê re got: “Kendal dibêje bila vegere mala xwe!” Wî got: “Ma ji min re nikare paseportê bibîne? Erê min fêm kir.” Bi awayekî dijwar telefonê girt.

Ez wek birayekî ji ber vê rewşê ji miriyan xerabtir bibûm. Min çiqas xwestibû ku li dewsa wan gotinan bêjimê bila ez bimirima. Ya Reb te çi anî serê min! Te ez kirim çi halî!

Ez çawa ketibûm vê rewşa neçar? Min çawa postê neçariyê li xwe kiribû? Heta wî temenî da ku ez nekevim rewşa neçariyê min her tişt kiribû. Lê di wê kêliyê de dest û lingên min bi ber hev ketibûn û devê min jî hatibû girtin. Tu derfetên ku ez bikaribim bi kar bînim tunebûn. Di wê demê de min fêm kir ku min êdî egîdê xwe wenda kiriye. Janeke kûr bi min girt. Xemgîniyê tevahiya bedena min dagir kiribû.

Min di wê demê de nikaribû bersivên pêwîst ên ji bo biratiyê, dostaniyê, rêhevaltiyê di wê rewşa lezgîn de bidim. Min nikaribû destê biratiyê dirêjî wî bikim. Ez di nava neçariyeke bê însaf a ku “hinekan” ez xistimê de bûm.

Di wêne da, birayê Yekta Uzunoglu – Erdînç, hevalê wî Cewdet û birêz Yekta, 1968