Bi kurtî çîroka Radyoya Monte Carlo şaxa Kurdî
Bi kurtî çîroka Radyoya Monte Carlo şaxa Kurdî
Dema weşanê: Nîsan 28, 2019, 9:23 Dîtin: 716

 

Piştê ku min Enstîtûya kurdî li Almanya Federal li sala 1984 de ava kir, min xwest bi awakî perçekî piçûk ji çanda kurdî jî be bighînim gelê xwe yê bindest. Wê dema dîroka me de ev tenê bi riya radîyoyê mimkin bû. Dihat bîra min çawa em wek zarûk bi dê û bavên xwe, bi xal û xatiyên xwe, bi cîranên xwe her roj beriya êvarê lêvîya dengê radyoya Êrîwanê disekinîyan.

Wan salan de pîrtok, rojname, kovar, mûsîka kurdî, zimanê kurdî, cil û basên kurdî jî li Tirkîye hê qedexe bû. Yanî her tiştê ku bi nasnama kurdî girêdayî bû qedexe bû! Li Sûrîye, li Îranê jî rewş kêm û zêde wek Tirkîye bû. Pîrtok, kovar û kasetên mûsîkî ku li Ewrûpa dest bi weşandinê kiribûn nedigîştin Kurdîstanê.

Çendan car min wek berpirsîyarê Enstîtûya Kurdî bi çendan parlamenterên almanî serlêdana televizyona alman- ku bi zimanên bêganeyan li Almanya da diweşandin- kir ku kurdî jî biweşînin, serlêdanên me bêbersiv man. Piştê lêkolînên dirêj min fahm kir ku li tu welatek Ewrûpî de weşandina kurdî li radîyo, li telewîzyonê ne mimkin e.

Lê Monaco? Dewlet nîn e, girêdanê wî ya aborî bi welatên wek Tirkîye tine û min xwest Monaco biceribînim. Piştê çend mehên çûyin û hatinê, ceribandinê, weşandina kurdî li Radîyoya Monte Carlo de hat qabûl kirin, me peyman îmza kir, xwestekê wan tenê hebû ew jî heqê radîyoyê bû.

Min wê jî çareser kir. Lê tû kesê pispor di warê xebata radîyoyê de li nav Kurdên Almanya Federal de tinebû, yan jî min nas dekir, ku bêpere bixebite. Mecbur mam îcar ez bi xwe programan pêk bînim û pêşkeş bikim. Wê deme Mahmûd Baksîyê rehmetî re min bursekî bo 1 sal li Almanya ji waqfa Heînrîch Böll derxistibû, ku li Almanya bikaribe bijî . Ez Mahmûd Baksî, hevjina min – ku alman bû lê kurdî baş dizanibû- û kurê xalê min ku ji Parîsê hatibû me dest bi weşandinê kir.

Bêgûman tev de bê pere!

Berpirsîyarê Enstîtûya kurdî ya Bonnê bûm, nikaribûm herim Monaco û yên din jî wûsa.

Min stûdyokê li radîyoke Almanyayê de peyda kir, me li wir diweşand, deng diçû radîyoya Monaco û ji radîyoya Monaco belav dibû dinyayê. Ji ber ku me li ser pêlên kurt de diweşand û antênên Radîyoya Monaco çar alîyê dinyayê de hebû, lê bo min antêna ku li Qibrisê bû mihim bû. Bi saya antena Qibrisê deng li tevekê Kurdîstanê de bi awakî gelek zelal dihat bihîstin.

Min xwest di despêka weşanê de çend roj nûçe neweşînim. Me li ser pirsên saxî, li ser çanda me, li ser dîroka me û carna jî ji Încîl û Tewratê tişt diweşandin.

Sedemê wê jî ev bû; wê deme hikûmeta Tirk Kurdan li dinyayê de wek terorîst nîşan dida. Min xwest ku dinya mesîhî û cihû re nişan bidim ku mesela dewleta tirk bi nasnama kurdî re ye. Sîyaseta wan li hember gelê Kurd sîyaseteke nîjadperestî ye. Û zanibûm ku em Încîl jî bixweynin wê dewleta Tirk midaxele bike, gavên dîplomatîk bavê bo sekinandina weşana kurdî li Radîyoya Monte Carlo, yanî li Ewrûpa azad û demokrat! Naverok bo dewleta tirk nemihim bû, mihim ew bû ku Kurdî ye! Min dixwest Ewrupa, Amêrîka bi kurtî dinya mesîhîyan rewşa gelê me û zilma nîjadperestîya dewletên serdest nas bikin!

Gor ku min texmîn dikir rastî jî dewleta Tirk vê weşana kurdî, ba dewleta firansî proteso kir dewleta firansî jî ji Radîyoya Monaco pirs kir ka gelo tiştên “çewt” tê weşandin yan na û kî diweşîne. Radîyoya Monaco bersiv da ku li weşanê de Încîl û Tewrat jî tên weşandin û yê diweşîne Enstîtûya Kurdî ye. Wûsa dîyar e ji vê bersivê hûkumeta Firansa wûsa fahm kirîye ku Enstîtûya Kurdî ya Parîsê ye… gelo wezareta Firansa berpirsîyarên Enstîtûya Kurdî ya Parîsê gazî kirin û îfadeyê wan stendin yan na, nizanim …

Lê eynê wextê de hinek sazîyên kurdan û “almanên nezelal“ dest bi erîşên dijî Enstîtûya Kurdî ya Almanya kirin û dîsa wûsa “Waqfa îslamîya cîhanê” li ser min broşûrek weşand û gazî cîhadê kir; hember min û radîyoyê.

Ev êrîş li Parlamentoyê alman û li çapemenîya Almanyayê de 2-3 hefte bû rojev! Dewleta tirk, Waqfa îslamî ya cîhanê û hinek sazîyên alman û kurd nehiştin ku bi kurdî ne tenê çanda giştîya kurdî, lê Încîl yan Tewrat jî were weşandinê.

Carkî de bi deh mîlyonan mesîhî bihîstin ku xwendina çend rûpelên Încîlê û Tewretê bi kurdî bi xwe jî bo dewleta tirk sûc e. Radîyo, rojname, kovar, televîzyonên mesîhî nav çend rojan de vê bûyerê ji Brazîlya ta Fîlîpînê belav kirin, bi saya vê bûyerê kesên ku hê navê Kurd nebihîstibûn, Kurdan û rewşa wana trajik nas kirin, ku heqê wan nîne heta Încîl û Tewratê jî bi zimanê xwe gohdarî bikin. Bi gavekî “piçûk” çavên mîlyonan mesîhî ji Amêrîka ta Avustralya vebû, fahm kirin ku mesela Tirkan bi Kurdan re ne sîyasî ye, lê nîjadî ye!

Di eynê wextê da hinek sazîyên kurdan bi zorê Enstîtûya Kurdî ya Almanyayê kirin dest xwe, talan kirin û dawî jî girtin!

Ne hikûmeta tirk ne yên Îranê, Îraqê û Sûrîye nikaribûn weşana me ya  Radîyo Monte Carlo bidin sekinandinê, ji ber ku peymana me bi Radyoya Monte Carlo carkî hatibû îmzakirinê. Dewletên xwînxwarê serdest nikarubûn min bi rîya dîplomasîyê bidin sekinandinê. Wek çeka wan a dawî mabû hinek “rewşenbîr” û sazîyan “kurdan, ew serketin hem enstîtûya kurdî hem jî weşanên me li Radîyoya Monte Carlo ji holê rakirin !
Xwedê nehêle !